Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û Şengalê da û got: “Erdogan û çeteyên di bin emrê wî de, ligel ku her roj dibêje Îsraîl li dijî Fîlîstîniyan qetlîmên hovane dike, qetlîmanên xwe yên dijmirovî li Kurdistanebê bê navber didomîne.”
Daxuyaniya Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker, duh operasyoneke hewayî li ser herêmên cuda yên Rojava pêk anî û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 20’î zêdetir jî birîndar çêbûn. Artêşa faşîst a Tirk, tevî qadên jiyana sîvîl, nexweşxane, binesaziyên enerjiyê, gundên derdora Qamişlo, Til Temir, Minbic, Kobanê, Dêrik û navçeya Til Rifetê bi balafirên şerî bombebaran kir. Dewleta Tirk a faşîst di heman demê de qadên jiyana sivîl ên li Başûrê Kurfistanê jî bombebaran kir. Erdogan û çeteyên di bin emrê wî de, ligel ku her roj ji ber dibêje Îsraîl li dijî Fîlîstîniyan qetlîmên hovane dike, qetlîmanên xwe yên dijmirovî li Kurdistanebê bê navber didomîne. Zalimên ku bi salan e nasnameya gelê Kurd ê mezlûm înkar dike û wan îmha dike ji Îsraîlê re dibêjin zalim. Di heman demê de dibêje Hamas, rêxistineke terorî ye, ew rêxistineke micahîd û azadixwaz e ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe. Gelê Fîlîstînê ji ber kiryarên Hamasê demeke dirêj e mexdûr e û Serokkomarê Tirk Erdogan pişrîtgirê Hamasê ye. Heman Erdogan gund û bajarên Kurdan bombebaran dike. Erdogan gelê Kurd ê mezlûm kiriye hedef û li dijî me qetlîamên hovane pêk tîne. Bi ser de tevgera azadiyê ya ku ji bo Kurdan û Kurdistanê têdikoşe wekî terorîst nîşan dide. Dewleta Tirk a dagirker, hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wê ji bo silametiya xwe wekî gefekê dibîne.
Erdogan, ji gelê Kurd ê mezlûm re ku bi salan e da ku wekî hemî gelan li ser xaka xwe bijî, ji bo xaka xwe ya dagirkirî têdikoşe dibêje terorîst û Hamasê jî wekî micahîd îlan dike. Ji bo jiyaneke birûmet, têkoşîna yekpare ya li dijî dagirkeran erkeke netewî ye.
Xwedayê Mezin di Quranê de wiha ferman dike: Dema ji wan re ‘Li ser rûyê erdê xirabiyê nekin!’ Hat gotin, ew ê bibêjin ‘Na em tenê wan tînin ser rêya rast’. Lê hişyar bin! Ew xirabker bi xwe ne; lê haya wan jê nîne.
Em vê hişmendiya şovenîst, nijadperest, faşîst û kujer şermezar dikin û lenetê lê dibarînin…”