Rewşa tenduristiyê ya girtiyên siyasî yên nexweş ku di girtîgehan de wekî rehîn tên girtin, roj bi roj girantir dibe. Parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan destnîşan kirin ku derengketina dermankirinê û redkirina daxwazên berdanê gefê li mafê jiyanê dixwe û bang kirin ku divê rewşa girtiyên nexweş wekî pirsgirêkek bilez û mirovî bête destgirtin.
Pinar Sakik Tekîn a ku ji ANF’ê re axivî, wiha got: “Îro li Tirkiyeyê zêdetirî salekê ye behsa hewayeke aştiyê tê kirin. Ji bo em bibînin ka ev rast e yan na, divê em ne li gotinan, li kiryaran binêrin; cihê ku ev herî zelal tê dîtin jî girtîgeh in.
Îro hem li girtîgehên Tirkiyeyê û hem jî yên Kurdistanê bi sedan girtiyên pîr û nexweş di navbera mirin û jiyanê de tên girtin. Girtiyên ku nikarin ji nav nivînên xwe rabin, nikarin bimeşin, nikarin xwarinê bixwin û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, di bin mercên giran de di hucreyan de tên girtin. Sewqkirina wan a nexweşxaneyan bi zanabûn tê derengxistin, şert û mercên dermankirinê tên astengkirin û muayeneya bi kelepçe wekî tiştekî asayî tê ferzkirin. Ligel van, bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.”
‘ATK BÛYE MEKANÎZMAYA ASTENGKIRINA BERDANÊ’
Tekin bal kişand ser raporên Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) û got: “Raporên ATK’ê ji nirxandineke tenduristiyê derketine û veguherîne mekanîzmayeke ku bi pratîkî berdanê asteng dike.
Girtiyên nexweş li wir bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin. Heya ku neyên sînorê mirinê, bi rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ bi darê zorê li wir tên girtin. Nahêlin ku ew rojên xwe yên dawî bi rûmet li cem malbatên xwe derbas bikin. Em dixwazin bêjin ku ev sûcekî li dijî mirovahiyê û zilmek e. Bi dehan malbat her roj li ber deriyê girtîgehan li bendê ne ku bizanibin ka zarokên wan sax in yan na.
Divê em vê jî bêjin: Ew ne tenê hejmar in; ew zarokên dayikekê ne, ew jiyan in û berî her tiştî hêviya malbatekê ne. Tiştên ku bi wan tê kirin ne encameke hiqûqî, encama tercîheke polîtîk e. Ev nêzîkatî, nîşaneya şênber a nêzîkatiya li ser pirsgirêka Kurd e.”
‘DIVÊ ASTENGIYÊN LI BER BERDANÊ RABIN’
Pinar Sakik Tekîn ji bo rakirina astengiyên li ber berdana girtiyên nexweş bang li desthilatdariyê kir û got: “Wekî MED TUHAD-FED banga me ev e: Heke îro bi rastî behsa pêvajoyekê tê kirin, divê gava wê ya yekem ji girtîgehan dest pê bike. Berî her tiştî divê girtiyên pîr û nexweş bêşert û merc demildest werin berdan. Lewre ev ne bazarîyeke polîtîk e, neçariyeke mirovî ye.
Pêvajoya aşitiyê nabe ku tenê di gotinê de bimîne, divê bi pratîkê bête piştgirîkirin. Heta ku bi kiryaran neyê piştgirîkirin, tu wateya wê, tu bersiveke wê ya civakî û baweriyek wê nabe. Lewma divê gavên berbiçav werin avêtin û ev gav jî ji girtîgehan dest pê bikin.”
GIRTIYÊN KU DIVÊ BI LEZ WERIN BERDAN EV IN:
Rojbîn Çetîn- Girtîgeha Jinan a Amedê: Ji ber nexweşiyên giran (kîtle di rûvî, sîng û qirikê de hene) nikare bi awayekî normal xwarinê bixwe. Pêdiviya wê bi xwarineke taybet heye.
Haci Alagaş- Girtîgeha Suluca ya Edeneyê: 88 salî ye, mehek berê krîza dil derbas kiriye. Nexweşê pişikan e, tedawiya li girtîgehê têrê nake.
Hakî Goren- Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê: Nexweşiya Alzheimerê gihîştiye asta herî giran. Rapora Tipa Edlî dibêje “nikare di girtîgehê de bimîne”, lê hîna girtî ye.
Feyzî Aslan- Girtîgeha Suluca ya Edeneyê: 57 salî ye, nexweşiya helîna mêjî pê re heye.
Îlhan Tekîn Alp- Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê: Di laşê wî de perçeyên şarapnelê hene û nehatine tedawîkirin.
Ekrem Baydogan- Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê: 52 salî ye, 20 sal in girtî ye. Nexweşekî giran e û pêdiviya wî bi tedawiyê heye.
Alaatîn Ecer- Girtîgeha Dumlu ya Erziromê: Temenê wî mezin e û nexweşiyên wî yên giran hene.
Mehmet Emîn Aladag- Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Elezîzê: Lîfên her du milên wî qetiyane, ji ber fitiqa piştê felca qisî derbas kiriye.
Mecît Baştaş- Girtîgeha Panosê: Nexweşê giran ê pençeşêra prostatê ye.
Hamdî Çîçek û Şehmus Koç- Girtîgeha Espîye ya Gîresunê: Nexweşiyên wan ên zihnî hene. Tevî ku rapora wan a “nikarin di girtîgehê de bimînin” heye jî daxwaza tehliyeyê hat redkirin.
İlyas Ayaz- Girtîgeha Tîpa F a Wanê: Di serê wî de perçeya şarapnelê heye, her tim ji hişê xwe diçe û birînên giran di laşê wî de çêdibin.
Necdet Koç- Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê: Nexweşê pençeşêrê yê asta 4’emîn e, herî dawî emeliyat bûye.
Botan Karsu- Girtîgeha Wanê: Nexweşê pençeşêrê yê asta 4’emîn e. Berê ji ber nexweşiyê hatibû berdan, lê dîsa hat girtin û rewşa wî xirab dibe.
Abdulkadir Kaya- Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê: Emeliyata dil a vekirî (T2) derbas kiriye.
Ahmet Çelîk- Girtîgeha Tarsûsê ya T-1: Fitiqa zendê, iltîhaba gurçikan û ji ber derbên li serê xwe xwariye nexweşiyên demarî (sînirî) pê re çêbûne. Bi darbestan dimeşe, nikare destên xwe bi kar bîne û di axaftinê de zehmetiyê dikişîne. Her wiha pençeşêra mîzdankê pê re heye.
Emin Gurban, Vahdettin Erdemci, Abdo Şeyho, Abdullah Zoraslan, Muhammed Akyüz, Mehmet Ümit, Faysal Kurt- Girtîgeha Eregliyê.
Mehmet Alî Caymak- Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê: 15 sal in girtî ye, li dijî tumora mêjî têdikoşe.
Mehmet Emîn Çam- Girtîgeha Tîpa T a Beşîriya Êlihê: 75 salî ye, nexweşiya damarên dil û tumora mêjî pê re heye.
Methî Aykaç- Girtîgeha Tîpa O a Panosê: Ser 75 salî re ye; nexweşiyên gurçik, mêjî û pişikan pê re hene.
Saît Ozer- Girtîgeha Tîpa T a Beşîriya Êlihê: Ser 65 salî re ye, têkçûna gurçikan û raboriya krîza dil pê re heye.
Gule Daşçı- Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê: Ji bo tumora mêjî tedawiyê dibîne.
Girtiyên din ên ku nexweşiyên giran pê re hene:
Mehmet Elçe, Burhan Nas, İsmail Tanboğa, Önder Poyraz, Botan Iverendi, Devran Şeflek, Dogan Erkol, İhsan Karatay, Serhan Aksin, Yusuf Alp, Ziver Kino, Zulfikar Karatekin, Ebubekir Koç- Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Amedê.
Leyla Baran, Şefik Kandar, Semra Akgül, Sevil Çetin, Sinem Ateş, Bermal Birtek- Girtîgeha Jinan a Amedê.

