4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê biryara qedexekirinê û berhevkirinê danî ser pirtûkên “Keçên Kobanê (Kobani’nin Kızları)” û “Rengê Mor a Siyaseta Kurd (Kürt Siyasetinin Mor Rengi).” Ev her du pirtûk dema Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê ya berê Berna Çelîk 6’ê cotmeha 2023’an tê binçavkirin, tên desteserkirin. Dozgerê lêpirsînê qedexeyê daxwaz kir. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê daxwaza dozger qebûl kir û biryara qedexekirinê û berhevkirinê danî ser her du pirtûkan.
Rojnamevan-nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon pirtûka “Keçên Kobanê (Kobani’nin Kızları)” nivîsandiye û di pirtûkê de behsa berxwedana jinên kurd a li dijî DAÎŞ’ê tê kirin.
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî pirtûka “Rengê Mor a Siyaseta Kurd (Kürt Siyasetinin Mor Rengi)” li ser jinên ku di encama têkoşîna siyaseta kurd de hatine girtin nivîsandiye û behsa siyaset û têkoşîna jinên siyasetmedar ên kurd dike.