Mihemed Elî Baqirî li ser navê Wezîrê Derve yê Îranê di 13-14’ê vê mehê de serdana Bexdayê kir û piştre ji wir çû Hewlêr û Silêmaniyê. Li gorî daxuyaniyên çapemeniyê serdana Baqirî bi mebesta temamkirin û cîbicîkirina wan gavan e ku Emîr Ebdulahiyan û Îbrahîm Reîsî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dabûn destpêkirin.
Tiştê balkêş ew e ku du roj berî serdana Baqirî ya Hewlêr û Silêmaniyê, li Giwêrê û di nav Hewlêrê de di parzûngeheke neftê û avahiyeke çend qatî de agir derket. Her çend parzûngehên Herêma Kurdistanê û projeyên mezin ên avahîsaziyê yên kesên payebilind ên nav partiyên desthilatdar in û qezenca xelkê Herêma Kurdistanê di wan de tune ye jî, lê ev yek şewitandina wan rewa nake. Ji sibata îsal ve ji bazara kevn a Dihokê bigire heta bazarên Hewlêrê û bazarên qumaşfiroş û zêringeran û bazara Keleha Kerkûkê, agir bi wan dikeve û hikûmet û rayedarên Herêma Kurdsitanê deng ji xwe naynin û sedemên van agiran dixin stûyê ceyranê û rewatiyê didin derxistina agir ji hêla dewletên dagirker ve. Ev awa rewatîdayîn nîşaneya wê rastiyê ye ku dewletên dagirker bi taybetî dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê roleke wan a mezin di kar û barên Herêma Kurdistanê de heye û ji ber siyaseta desthilatdarên Herêma Kurdistanê ya neneteweyî û nedemokratîk û bi taybetî ji ber siyaseta nemantiqî û siyaseta teslîmbûn û kolebûnê ya PDK, wisa lê hatiye ku çarenûsa gelê me û siberoja başûrê Kurdistanê li ber rehma hêzên dagirker be û ew hêz jî kengî bixwazin agir li mal û milkê gel, jêrxane û jorxaneya welatê me dixin.
Mirov nikare vê agirderxistin, teror û tirsandina li Herêma Krudistanê tenê bi serdana Baqirî kurt bike. Berevajî, berî serdana Hakan Fîdan û Erdogan a Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi balafirên bêmirov êrişî ser parzûngeha hilberandina neft û gazê ya li Kormorê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji ber wê rikaberiya xwe ya bi rejîma Îranê re ya li ser dagirkirina Iraqê û teslîmwergirtina îradeya gelê Kurdistanê, Kurdistanê wek qada çareserkirina rikaberiyên xwe bi kar tînin. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker piştî bêencambûna serdana Hakan Fîdan û Erdogan a Bexda û Hewlêrê û piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îranê, êdî dixwaze tîna agirê hinavê xwe bi agirberdana li bajarên Herêma Kurdistanê û bi agirberdana li mal û milkê hemwelatiyan vemirîne. Dibe ku ji bo tola wan têkçûnên ku li ser destên gerîlayên azadiya Kurdistanê û tevgera sivîl a bakurê Kurdistanê dixwe, bixwaze bi rêya teşwîqkirina komên çete yên DAÎŞ û Cebhet-el Nusre û Tirkmenên Hewlêr û Kerkûk û Tele’ferê û bi rêya balafirên bêmirov agirê başûrê Kurdistanê gurtir bike. Bi vî awayî ewlehiya başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta PDK’yê têk bide û agirê tevlihevî û terorê li Herêma Kurdistanê xweş bike.
Dewleta Tirk demeke dirêj e dixwaze û hewl dide rejîma Îranê bikişîne nav şerê li dijî Kurdan, bi taybetî şerê li dijî tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê ku PKK pêşengiya wê dike. Dewleta Tirk bi taybetî bi rêya têkiliyên xwe yên li gel hin welatên Erebî û bi teşwîqkirina PDK û çend partiyên rojhilatê Kurdistanê zext li rejîma Îranê da.
Niha jî dewleta Îranê ji bo tesfiyekirina wan hêzan ku dewleta Tirk pişta xwe bi wan girê dide, têkiliyên xwe yên li gel PDK û Herêma Kurdistanê pêşve dibe. Hewlên dewleta Îranê yên ji bo sazkirina hevsengiya siyasî, aborî û îstixbarî li Hewlêrê, çiqil xistiye postê dewleta Tirk û Erdogan û Bahçelî. Ji ber ku van hewlan li dijî siyaseta xwe ya dagirkeriyê ya li ser Kurdan û berjewendiyên xwe yên li Iraqê dibîne. Lewma jî di van çend rojan de û berî hilbijartina serokkomarê nû yê Îranê, dibe ku dewleta Tirk şewatên li Herêma Kurdistanê gurtir bike û astengiyê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê yên ji bo parlemento û parêzgehan çêke û nehêle ku parêzgarê Kerkûkê bê diyarkirin.