Li Bedlîsê ku bi nelirêtiya li saziyên fermî di rojevê de ye, piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê, vê carê jî Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê bi bûyerên nelirêtiyê di rojevê de ye. Li gorî îdîayan, piştî îfadeya doktorê sereke yê berê bi îdîaya “zerara li cemaweriyê”, “nelirêtî” û “bêûsiliyê” midurê nexweşxaneyê, doktorê zarokan, xebatkarên kirîn û firotinê û midurê xizmetê yê nexweşxaneyê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Rêjeya nelirêtiya tê îdîakirin nayê zanîn. Piştî îfadeyên li dozgeriyê midurê nexweşxaneyê yê berê S. hate girtin, navên din hatin berdan. Hate ragihandin ku lêpirsîn têkildarî pêvajoya kirîna malzemeyan û serikên oksîjenê ye.
Parlamenterê Bedlîsê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Olan têkildarî nelirêtiya li Bedlîsê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû kir. Olan îdîayên li ser nelirêtiya par li Tetwanê û îsal jî li Xelatê pirsî. Olan li ser mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku dawÎ li îdîayên têkildarî nelirêtiyê nayê. Olan li ser operasyonê axivî û got, “Di encama lêkolînê de weke ku tiştek nebûye ev kes li wezîfeya xwe vegeriyan. Ji vê derê dixwazim bang li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, Waliyê Bedlîsê, Wezareta Tenduristiyê, mufetîşên hesabgiriyê û Wezareta Edaletê bikim. Berpirsyariya xwe bi cih bînin. Kî kiribe lêkolînê bikin û lêpirsîna pêwîst bimeşînin.”
Olan banga lêpirsîna bi bandor kir û got, “Bi vî rengî pêşî li nelirêtî, dizî û talanê dikare bê girtin. Eger hûn berpirsyariya xwe bi cih nînin, weke îro bû wê dubare bibin. Di serî de kedkarên tenduristiyê yên li saziyên tenduristiyê, raya giştî ya Bedlîsê ji van nelirêtiyan bêzar bûne. Em êdî naxwazin ku Bedlîs bi vî rengî bikeve rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê. Em ê li Bedlîsê rê nedin nelirêtî, dizî û talanê.”

