Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan di roja 3’an de ye: PAJK’ê banga têkoşîna hevpar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Biryara îdamê ya li ser Werîşe Mûradî nîşaneya domandina şerê li dijî jinan e
Kurdistan

PJAK: Biryara îdamê ya li ser Werîşe Mûradî nîşaneya domandina şerê li dijî jinan e

Meclîsa PJAK’ê biryara îdamkirina Werîşe Mûradî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar nîşaneya domandina şerê dewleta Îranê ya li dijî jinan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê biryara îdamkirina Wirîşe Muradiyê (Ciwana Sine), çalakvana mafên jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) şermezar kir û ev ceza wek êrîşek li ser tevahiya civakê û gelên Îranê bi nav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di 10’ê Mijdara 2024’an de ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve, bi biryareke dijî jin û dijî mirovahiyê, cezaya îdamê li heval Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) hat birîn. Ev di demekê de ye ku desthilata dadwerî ya dewletê di rûniştina dosyeyê de mafê parastina azad û rewa neda heval Ciwanayê. Meclîsa PJAK’ê vê cezaya zalimane ya li ser heval Ciwana Sineyê bi tundî şermezar dike û vê cezayê wek lêdana derbeyekê li tevahiya civakê û gelên Îranê dibîne.

Kiryarên bêberpirsane yên sîstema Komara Îslamî ya Îranê cihê xemgîniyê ye. Cezaya îdamê çi qas li dijî mirovahiyê be, ew qas jî li dijî jinan e. Ev helwesta sîstema Îranê ya li dijî civakê û li dijî jinan îro bûye mijareke germ a cîhanê û tevî ku kampanyaya girtiyên siyasî bi dirûşmeya ‘Ji îdamê re na’ berdewam e, lê ew ne amade ye ku ji bo kêliyekê jî be li hember bertekên gel û bertekên navneteweyî paşve gav biavêje û dest ji van kiryaran berde. Bi vê dijberiya jinan û biryara îdamê, bi eşkere ragihandiye ku bi israr naxwaze dengê xelkê û gelan bibihîze, di heman demê de ev rêya ku daye ber xwe wê ber bi kendal û tunebûnê dibe.

Derxistina biryara îdamê ji bo heval Ciwana Sineyê şerê desthilatê ye li dijî civaka sivîl û gelan û bêguman dê encamên wê yên giran hebin, ji ber ku zerarên wê yên wêranker dê hemû civakê bigirin. Lewma ji aliyê gelan û tevahiya civakê ve ev kiryar û helwest û siyaset nayê qebûlkirin. Gelên Îranê di vî warî de û di qonaxa niha de gelek caran dengê xwe yê edaletxwaziyê gihandine cîhanê. Derxistina biryara îdamê ji bo girtiyên siyasî, ew yek teqez kiriye ku sîstema Îranê her tim li ser tolhildana ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê difikire û ev yek di nav karên xwe de kiriye karê pêşîn.

Bêguman ew peyama li pişt biryara îdamê ya ji bo heval Ciwanayê ew e ku ev desthilat bi israr naxwaze dest ji helwesta xwe ya li dijî Kurdan berde û naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyeke ji bilî qirkirina çandî, îdam û çewisandinê çareser bike. Lewma xwe ji her cure çareseriyeke demokratîk dide alî. Bêguman encamên kûr û dijwar ên vê rêya nedemokratîk û nemirovane dê derbeyeke giran li stûnên sîstemê bidin ku bi zorê hatine avakirin. Lewma divê bizane ku civak ne diyardeyeke wisa ye ku bi hêsanî bi van reftaran çavtirsandî dibe û xwe teslîm dike. Ew şoreşa ku civaka Îranê bi îradeyeke xurt hewl dide pêk bîne û daxwaza azadiyê dike, ne ew qas biçûk e ku bi van reftaran were tepisandin. Ji ber vê yekê rewşa siyasî ya niha li Îranê rewşeke gelek hestyar e û her kesî dixe metirsiyê. Ji ber vê yekê parastina vê cîhana desthilatxwaz a ku li rêyên çewisandin û sepandina îdamê difikire, dê ji bo Komara Îslamî ya Îranê zehmet be, ji ber ku ya ku li hemberî wê ye, civak e.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di gel şermezarkirina kiryarên rejîmê, bang li hemû civaka azadîxwaz, demokratîkxwaz, jin û ciwanan dike ku wekî her dem bi helwesta xwe ya têkoşerane li dijî cezaya îdamê helwesteke zelal bigirin. Ti guman tê de nîn e ku kampanyayên navneteweyî û bertekên pratîkî yên saziyên mafên mirovan û hewlên civaka Îranê ji bo rizgarbûna ji her cure zilmê û bidestxistina azadiyê, vê helwestê xurttir dike. Em wek PJAK piştgiriyê didin hemû kampanyayên ku heta niha li dijî qanûn û cezayên îdamê hatine organîzekirin û her wiha em piştgiriya hewlên hemû jin û ciwan û civakê yên ji bo azadiya heval Ciwanayê dikin û helwesta me di vî warî de zelal e. Derxistina her cezayeke îdamê tê wateya redkirina hemû daxwaz û azadîxwaziya civaka Îranê û bi taybetî ya jin û ciwanan. Lewma beşdarbûna li qadên têkoşînê erka me hemûyan e û pêwîst e qadên têkoşînê bi çalakiyên berdewam û rojane yên çalakvan û tevahiya civakê bicoştir bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şemrexê li dijî derbeya qeyûman meş hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di nava 24 saetên dawîn de li Xezeyê 138 kesan jiyana xwe ji dest dane

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ya di bin dorpêçê de di…

Ji aliyê Stêrk TV

10 baroyan bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan: Sivîl tên qetilkirin

10 baroyên li Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, sivîl tên qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YPJ: Em ê ji bo azadiya tevahî jinên Sûriyeyê têbikoşin

Ji fermandarên YPJ'ê Emîra Mihemed destnîşan kir ku ew ê li Sûriyeyê feraseta ku rola…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Me karî dengê xwe bigihînin ker kesî, ji bo peymanan mîsogeriya navnetweyî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gel li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya Rojava amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed: Entegrasyoneke rast a li Sûriyeyê bandor li welatên cînar jî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?