Polîsan li gelek noqteyan êrîşî karker û kedkarên dixwestin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin û dimeşiyan kirin. Gelek kes di êrîşan de hatin binçavkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirin û binçavkirinan maseya krîzê ava kir. Şaxê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got ku di encama êrîşên polîsan de herî kêm 216 kes hatin binçavkirin.