Sêşem, 20 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jinên ji Kongra Star tevlî seferberiyê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Hesekê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Julian Dray: Li pişt êrîşan kijan bazariya qirêj heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Metirsî heye ku 2 hezar DAÎŞ’îyên li Girtîgeha Eqtanê birevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakan Fîdan û Tom Barrack li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser girtîgehên ku DAÎŞ’î lê girtî ne di çapemeniya cîhanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gule li ciwanan hate reşandin ên sînor derbas kirin: 2 ciwan û 2 jin birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajarên Kurdistanê gel ji bo Rojava daket qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Seyîdsadiqê piştgirî da Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû: Civaka navneteweyî divê piştgiriyê bide gelê Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Balyozxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Hewlêrê çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlî parastina Rojava bibin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • LEZGÎN
Nûçeyên Lezgîn
Çete êrişî Til Hemîs û Til Birakê dikin
Panzereke dewleta Tirk hate îmhakirin, çeteyek birîndar bû
Metirsî heye ku 2 hezar DAÎŞ’îyên li Girtîgeha Eqtanê birevin
Li Kerkûkê konvoyên gel ber bi Rojava ve bi rê ketin
Cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD-YPJ’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Dr. Cavalli: Mînakên cîhanê ji PKK’ê re dibêje ‘dest ji çekan bernede’
Rojane

Prof. Dr. Cavalli: Mînakên cîhanê ji PKK’ê re dibêje ‘dest ji çekan bernede’

Prof. Dr. Franco Cavalli banga dewleta Tirk a danîna çekan a li PKK'ê nirxand û got, bêyî garantiyê destberdana ji çekan bi wate nîne, garantiya pêvajoyê nîne û mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje 'Dest ji çekan bernede'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Zanyarê Swîsreyî yê li cîhanê naskirî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli bûyerên dawî yên li dora çareseriya pirsgirêka Kurd diqewimin ji ANF’ê re nirxand.

‘ABDULLAH OCALAN AKTORÊ BINGEHÎN E, AZADIYA WÎ WÊ ÇARESERIYÊ BI XWE RE BÎNE’

Prof. Dr. Franco Cavalli anî ziman ku girîng e nîqaşên li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji nû ve destpê kirine û destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirk a heta niha dûrî çareseriyê ye.

Prof. Dr. Cavalli diyar kir ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî bingehîn e û got, “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke esasî ye. Mirov vê rolê dikarin bişinînin rola Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr. Berdana Nelson Mandela bû hêmanê esasî ku dawî li dîktatoriya li dijî Efrîkayiyên li Efrîkaya Başûr yanî dawî li rejîma apartheidê bê anîn. Eger Mandela nehatibûya berdan, dibe ku negihîştîbûya wê nuqteyê. Di heman demê de ji bo destpêkirina çareseriya meseleya mafên gelê Kurd jî şertê bingehîn berdana Ocalan e.”

‘LI ALIYEKÎ ŞER, LI ALIYÊ DIN JÎ ÇARESERÎ NABE’

Prof. Cavalli anî ziman ku ji ber helwesta dewleta Tirk ew nîqaşên li ser çareseriyê fêhm nake û got, “Gelekî zehmet e ku mirov nîqaşan fêhm bikin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve li dijî Rojava ji her demê bêhtir helwesteke tund nîşan dide û derfetê nade ku Ocalan bi rengekî azad tevbigere û biaxive. Li aliyê din jî nîqaşên bi vî rengî yên gelekî biçûk li ser çareseriyê têne kirin. Dema ku mirov vê helwesta dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, difikirin ku bûyerên diqewimin mîna şanoyekê ye.

‘ARMANC ŞIKANDINA BERXWEDAN Û PIŞTEVANÎ YE’

Bi dîtina min bûyerên ku diqewimin xwepêşandaneke dewleta Tirk e ku dixwaze piştgiriya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd û demokrasiya li Rojava lawaz bike. Bi rêya vê şanoyê dixwazin vê peyamê bidin: ‘Binihêrin em di nava xwe de nîqaş dikin, em ewqasî jî nebaş nînin’.

Ev şîroveya min e û baş pê nizanim bê rast e yan na, ji ber ku li ber destê me gelek agahiyên kêm hene. Nêrîna min ew e ku ev rewş lîstikek ji bo lawazkirina berxwedana Kurdan û piştgiriya raya giştî ya pêşverû ya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd e.”

‘TI WATEYA GOTINA DESTBERDANA JI ÇEKAN A JI BO PKK’Ê NÎNE’

Prof. Cavalli banga dewleta Tirk a destberdana ji çekan nirxand ku vê bangê li PKK’ê dike û destnîşan kir ku mînakên cîhanê ji PKK’ê re dibêje ‘dest ji çekan bernede’. Prof. Cavalli anî ziman ku bêyî dayina garantiyekê banga destberdana ji çekan a li PKK’ê ti wateyeke xwe nîne û got, “Sermeselê eger min îro karîbûya li ser navê şervanên Kurd biryarek bida, min ê bigota ti garantiya serketina vê pêvajoyê nîne û di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên li ser destberdana ji çekan bêwate ye. Ji ber ku ti garantiyeke ku dewletê daye nîne.

Di rewşeke bi vî rengî de ku ti garantî nîne, bi dîtina min divê dest ji çekan neyê berdan. Eger îro Erdogan nikare li ser Rojava bi temamî serwer be, sedema vê eykê berxwedana şervanên Kurdan e. Eger ne ji têkoşîna çekdarî ya şervanên Kurd bûya Rojava ji zûdeyî tine bûbû.

Destberdana ji çekan û afirandina aştiyê gelekî baş e, lê belê divê mirov zanibin ku ev yek ne şanoyeke biçûk e û dawiya dawî nabe sedema felaketekê. Ji ber ku eger carekê dest ji çekan hate berdan û yên ku soz dane sozên xwe bi cih nîne, wê her tişt biqede.

‘MÎNAKÊN CÎHANÊ JI PKK’Ê RE DIBÊJE DEST JI ÇEKAN BERNEDE’

Gelek mînak li cîhanê hene ku di berdêla destberdana ji çekan soza demokrasiyê ji şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî re hatine dayin. Mînak, weke ku li Emerîkaya Navîn û herêmên din ên cîhanê qewimî; her wiha di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hemû şervanên ku li dijî faşîzma Nazî şer kiribûn, difikirîn ku wê li gorî krîterên edaleta civakê guhertin bêne kirin. Lê belê piştî salekê Emerîkî bi Şerê Sar hatin û gotin, ‘Em ji ber karê we spasiya we dikin, lê êdî qediya, em êdî bi rê ve dibin’.

Yanî çavdêriya min ew e ku niha ji bo Rojava, ji bo Kurdan, ji bo her kesên baweriya xwe bi demokrasiyê heye, garantiyeke cidî nîne ku ev pêvajo wê bi rengekî erênî be. Dema ku ev hemû li ber çavan bêne girtin, eger yê ku biryarê bide ez bûma, min ê bigota, na, em neçar in çekên xwe biparêzin.”

‘ÇARESERÎ BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN PÊK TÊ’

Prof. Franco Cavalli destnîşan kir ku destberdana ji çekan piştî çareseriyeke demokratîk a rasteqîn dikare pêk were û got, “Dema ku mirov mînaka Mandela bîne ber çavên xwe, rewşa destberdana ji çekan piştî azadiya Birêz Ocalan, piştî nîqaşên cidî yên li ser rêbaza çareseriya meseleya Kurd a bi gel û tevgerê re dikare pêk were. Lê belê ragirtina Birêz Ocalan di nava şert û mercên ne mirovî yên girtîgehê de û piştre jî bi rengekî nediyar lîstina şanoyê û gotina ‘na, na em ê çareseriyê pêk bînin, çekên xwe bidin û em ê vê hal bikin’, bi dîtina min ne tiştekî welê ye ku mirov cidî bibîne. Divê mirov nekevin vê xefikê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BERN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiya li Sineyê: Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe
Nûçeya Pişt re Adalet Kaya: Desthilatdar dixwaze şaredariyan krîmînalîze bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komeleya 68’an a Mêrsînê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anîn

Komeleya 68’an a Mêrsînê di 52’emîn sala bidarvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan…

Ji aliyê Stêrk TV

Welatiyên ji Licê: Şewatê ji binê qereqolê dest pê kir!

Li Licê di şewata ku duh nîvro dest pê kir û heya derengiya şevê berdewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya Roboskî: Komkujî li hemberî mirovahiyê sûc in, bila demborî rabe

Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskî, di 167’emîn meha Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Jinên ji Kongra Star tevlî seferberiyê bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Hesekê daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Julian Dray: Li pişt êrîşan kijan bazariya qirêj heye?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Metirsî heye ku 2 hezar DAÎŞ’îyên li Girtîgeha Eqtanê birevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?