În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Fisas: Aştiya mayinde bi muzakereya bi Ocalan û PKK’ê re dibe
Rojane

Prof. Fisas: Aştiya mayinde bi muzakereya bi Ocalan û PKK’ê re dibe

Prof. Vicenç Fisas anî ziman ku pirsgirêka bingehîn a li pêşiya pêvajoyê ew e ku bi Rêber Apo û PKK'ê re muzakereyeke yekser nayê meşandin û got, "Aştiya mayinde bi muzakereyeke berfireh a bi Ocalan, efûyeke giştî û entegrasyona ewle ya PKK'yiyan dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd zemîneke nû ya nîqaşê afirand û hêvî da derdorên cuda yên civakî.

Pisporê muzakereyên aştiyê Prof. Vicenç Fisas Armengol ku bi karên xwe yên li ser pêvajoyê aştiyê yên li tevahiya cîhanê tê naskirin, têkildarî çareseriya şer û pêvajoya diyalogê, her wiha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re axivî.

Li gorî Prof. Vicenç Fisas Armengol pêvajoya heyî ne pêvajoyeke aştiyê ya ji rêzê ye û got, “Ji ber ku di vir de muzakereyeke yekser di navbera aliyan de nîne, ku bi giranî bi vî rengî dibe. Muzakere bi rêya navbeynkaran tê meşandin; ev jî DEM Partî ye. Ev rewş dişibe wê modelê ku di muzakereyên beriya niha de yên navbera salên 2012-2014’an de hate meşandin. Lewma ez ji vê yekê re nabêjim pêvajoyeke aştiyê, dibêjim pêvajoyeke hevdîtin an jî hewldanan. Ji ber ku li holê ne rojevek heye ne jî sozek heye ku dewletê berê daye.

Pêvajoyeke welê heye ku PKK bi rengekî yekalî dimeşîne. PKK’ê destpêkê biryar da ku têkoşîna çekdarî biterikîne. Piştre jî bi rêya qenalên kevneşop ên siyasetê, yanî bi rêya Parlamentê projeyeke siyasî hate danîn.

Pêvajoya bêçekbûnê destpê kir, lê li cihekî sekinî; em dikarin vê yekê piştre binirxînin. Lê belê heta niha bi dîtina min pirsgirêk ew e ku hikumetê di berdêla gavên PKK’ê avêtine de soz nedane.

PKK weke komeke çekdar xwe fesix kir, lê belê hîn çek bi temamî dananiye. Lê belê eger biryara terikandina têkoşîna çekdarî da be, ya normal ew e ku hikumet divê ji bo endamên PKK’ê di mijarên hiqûqî, qanûnî û ewlekariyê de hêsankarî bikira.

Gavên ku vê pêvajoyê xurt bikin diviyabû zûdeyî biavêtibûya. Hikumet her tiştî ji komîsyonê û parlamentê hêvî dike, lê belê derfetên xwe hebû û hîn jî hene ku gelek gavan biavêje.

Bi taybetî diviyabû ewlehî bida wan kesan ku weke şervanên kevn êdî dikarin bêne pênasekirin. Mînak, hin kesên girîng diviyabû bihatina berdan; mînak diviyabû Ocalan azad bibûya. Herî kêm derfetê ragirtina li malê ji Ocalan re bihata dayin, yan jî li girtîgeha ku niha lê ye xwedî mafê serdaneke bêsînor bûya, ofîsek jê re bihata amadekirin ku ji bo rêveçûna pêvajoyê karîbûya hevdîtinên pêwîst bikira.

Weke gavên navberê jî gelek tişt hene ku dikarin bêne kirin. Roja ku PKK’ê ragihand ku ew dest ji çekan berdide, diviyabû ‘bernameyeke entegrasyonê’ yanî DDR (Disarmament Demobilization, Reintegration) plan kiribûya. Di hemû pêvajoyên aştiyê de yên li cîhanê ev rewş bi vî rengî ye. Bi giranî di pêvajoyên aştiyê de dema lihevkirinek dibe, bernameyên bi vî rengî bi cih têne anîn; bêguman lihevkirin tê wateya muzakereyê. Di vir de rewş ne bi vî rengî ye. Tenê hin hewldan hene.”

Prof. Vicenç Fisas Armengol destnîşan kir ku mijareke din a ku divê êdî bê nîqaşkirin û qebûlkirin ragihandina efûyeke giştî ji bo mehkûmên Kurd e ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin û got, “Ev yek normal di hemû pêvajoyên aştiyê de tê kirin û li Tirkiyeyê ya kêm maye ew e.

Lê bi israr dibêjim; pirsgirêka bingehîn a pêvajoya heyî nebûna muzakereyeke yekser e. Ji vê jî wêdetir Serokkomar Erdogan ti carî têgeha ‘PKK’ê bi kar nîne, ti carî.

Tenê qala terorê, qala Tirkiyeyeke ji terorê paqijkirî dike; lê belê PKK’ê weke muxatabekî rewa nabîne. Halbûkî di hemû pêvajoyên aştiyê de naskirina hêza li hemberî xwe weke hêzeke rewa rewşeke asayî ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku muzakereyeke yekser nîne. Her kes zane ku ev pêvajo beriya destpê bike, yanî salek berê di navbera dewletê û Ocalan de li girtîgehê hevdîtin hebûn. Lê belê em nizanin bê di van hevdîtinan de li ser hin mijaran lihevkirin çêbû yan na. Herî kêm ez pê nizanim.”

Prof. Vicenç Fisas Armengol anî ziman ku xusûseke din ew e ku di vê pêvajoyê de divê destwerdanek li Sûriyeyê nebe û got, “Ji ber ku pêvajoya li Sûriyeyê divê bi tempoya xwe û bi pêvajoya diyalogê ya bi hikumeta Sûriyeyê ya heyî re bimeşe.”

Armengol têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê mînak da û bi bîr xist ku muzakereyên bi FARC’ê re çar sal û nîvan dewam kir û got, “Çar sal û nîv! Beriya wê jî muzakereyên pêşî, yanî asta keşfê dus alan dewam kir. Yanî bi giştî şeş sal û nîvan pêvajoyeke diyalogê ya bê navber hebû. Ji asta keşfê û pê ve ez di nava vê pêvajoyê de bûm. Min dikarîbû tevkariyê li wan belgeyan bikim ku aliyan didan hev. Piştre jî dema muzakereyan destpê kirin, derfetê min çêbû ku biçim Kolombiya û Kubayê û bi aliyan re biaxivim.

Dema ku krîz rû didan -ku gelek caran rû didan- min dikarîbû bi wan re biaxivim û pêşniyaran pêşkêş bikim. Yek ji tiştên ku destpêkê min dît ew bû ku mijarên di rojevê de diviyabû herî dawî bihatina nîqaşkirin, herî zêde dihatin taloqkirin. Halbûkî ev mijar diviyabû berê hatibûna amadekirin.

Divê tîmên welê hebin ku meseleyên di dawiya rojevê de bêne hiştin li ser wan bixebitin û ji roja dawî re nehêlin. Lê belê li Tirkiyeyê rojeveke bi vî rengî nîne. Pirsgirêk jî ev e.

Lewma bi qasî ku dibînim hikumet reaksiyonê nîşanî firsendan nade; li şûna vê yekê qala gotinên xwişk-biratî, lihevkirin û aştiyê dike. Ev gotinên xweş in lê belê nayê ti wateyê. Ya girîng ev e: Wê kîjan qanûn bêne derxistin? Wê kîjan gavên cihê baweriyê bêne avêtin? Dubare dikim, divê hin kes êdî azad bibin.

Niha ev wezîfe hemû ji komîsyona li parlamentê re hatiye hiştin; gelek tişt hene ku divê bikin. Hêvîdar im ku wê karibin vê pêvajoyê di dema herî kurt de biqedînin û hikumet jî bi avêtina gavên şênber li ser rêya lihevkirinê bimeşe. Ne bi gotinê, lê bi pratîkê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Bi îdîaya ku ‘dikare alîkariyê bike’ hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê 4 kesên ji Efrînê revandin

Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk 4 kesên ji Efrînê revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-F: Ji bo azadiya Rêber Apo werin em di 12-13’ê Cotmehê dakevin qadan!

TJK-F’ê got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Nameya ku jê re nehate dayin ‘sûc’ hate nîşandan: Berdana wê 22 mehan hate taloqkirin

Rozerîn Kalkan ku berdana wê 2 caran bi giştî 22 mehan hate taloqkirin got, "Zext…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?