Hevseroktiya PYD`ê li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên Heyet Tehrîr El Şam ên derbarê Kurdan de daxuyanî da, Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me bi baldarî daxuyaniya fermandarê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şerii yên di derbarê Kurd û doza Kurdî de şopand ku tê de got: ‘Kurd beşek ji welat û hevparên Sûriyeyê ne’, herwiha behsa girîngiya vegera koçberên Efrîna dagirkirî bo herêmên wan kir. Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk van daxuyaniyan erênî û avakar dibînin. “
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdan êş û azarên polîtîkaya înkar û biçûkxistinê ya rejîma Bais`ê kişandine û wiha deam kir: “Êdî dem hatiye ku Kurd bibin hevparê avakirina Sûriyeyê û mafên wan bên misogerkirin. “
Daxuyaniyê tekez kir ku Kurd di dema şoreşê de bûne egera ewlehiyê û hêza bingehîn a ku yekîtiya axa Sûriyeyê û tevna civakî û çandî ya Sûriyeyê parastiye.
Daxuyaniyê bal kişand ser “girîngiya beşdariya Kurdan di vê qonaxa veguhêz de ji bo avakirina Sûriyeke nû. Ji bo pêkanîna vê yekê, pêwîste rasterast bi pêkhateya Kurd re diyalog bê kirin û nexşerêyeke hevbeş gotûbêj bikin. Em banga rawestandina şer li hemû herêmên Sûriyeyê dikin, her wiha banga rawestandina êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, û lidarxistina civîneke niştimanî ya Sûryeyî ku hemû pêkhate tê de beşdar dibin, da ku rênameya karê hebeş diyar bikin, dikin.”