Li Amedê guherînên ku di dema qeyûm de hatin kirin, bajar ji reseniya xwe ya çandî û nasnameya xwe ya mîmarî dûr xist. Ahmet Aslan ku demeke dirêj li Amedê di nava siyaseta xwecihî de bû û endametî ji meclîsên şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan re kir, ji ANF’ê re qala polîtîkayên bênasnamehiştin û asîmîlasyonê yên bi destê qeyûm li şaredariyan hate meşandin, kir.
Ahmet Aslan got, “Kar û kiryarên qeyûman ên li ser bajarên Kurdan bi rengê; xerakirina reseniya çandî, bênasnamehiştin, tinekirina dîroka çandî ya bajêr, înkarkirina Kurdan û gelên li herêmê bû. Divê ev yek weke nîşaneya polîtîk a vê înkarê bê dîtin. Bi rengekî hesabkirî dest li hemû qadan hate werdan. Bi rê û rêbazên cuda dest li qadên civakî, çandî û aborî yên bajêr hate werdan. Bandoreke neyînî li hemû dînamîkên bajêr hate kirin. Bi xwe re encamên welê anî ku qadên cih û civakî yên bajêr parçe kir. Polîtîkaya qeyûm nîşaneya nêzîkatiya wê polîtîkayê ye ku polîtîkaya înkar û îmhakirina Kurdan li her qadên jiyanê tê belavkirin. Divê mirov bibînin ku weke encameke vê nêzîkatiya giştî ya li Kurdan, nêzîkatiyeke polîtîk a komplîke, gîrîft û hevdu xwedî dike. Îfade û pratîka şêweyê belavkirina nêzîkatiya red û înkarê li qada giştî ye. Li Amedê destwerdana li qadan, guhertina nasnameya cih a dîrokî ya bajêr, polîtîkayên bênasnamehiştinê bi tayînkirina qeyûmê destpêkê re xwe nîşan da. Li her qada bajêr li Şehîtlîk, Ben û Sen, Sûr, Fîskaya, Mehella Quça, Taxa Fabrîka, gelek qadên navçeya Baglarê, lewma li her qadê nêzîkatiyên cuda hate nîşandan, rant hate bidestxistin, dest li hişê dîrokî yê bajêr hate werdan û nêzîkatiyên înkarê hate nîşandan. Bênasnamehiştina bajêr bi guhertina cih an jî tinekirina wê destpê kirin. Lewma bi mejiyê vandal ê dîroka ji deh hezar salî û mejiyê xenîmetê tevgeriyan. Vê yekê weke pêvajoyeke ji xisareke mezin a li nasnameya bajêr dinirxînim. Bi dîtina min ev pêvajo hîn jî dewam dike. Tenê bi qezençkirina şaredariya ev rewş nasekine.”
Ahmet Aslan destnîşan kir ku pêwîstî bi plansaziyeke stratejîk a jinûve geşkirina ruhê bajêr û warên çandî yên dîrokî heye û got, “Di vir de jî divê şaredarî bi hemû beşên civakê tevbigerin, carna kar hêsan bikin, carna jî pêşengiyê jê re bikin. Divê xwe bi rengekî welê bi rêxistin bike ku nasnameya bajêr jinûve geş bike, piştgiriyê bide van hewldanan.”
Ahmet Aslan got, “Eger bê dîtin û nirxandin ku qeyûm di pratîkê de dest avêtiye çi, xwestiye çi biguherîne, hingî wê bê fêhmkirin bê divê çi bê kirin. Di heman demê de ya ku divê neyê kirin jî wê şênber bibe. Cih û warên civakî û jiyanî yên bajêr tenê bi zimanê xwe dikare jinûve bigihêje nasnameya xwe. Lewma divê mirov ji ziman destpê bikin. Her wiha vê yekê veguherînin kampanyayê û navê kolan, avahî, kargehan hemûyan bi Kurdî wergerînin. Her wiha divê di avahîsaziyê de mîmariya bajêr li pêş be, karê welê bê kirin ku reseniya kolan û taxan a çandî jinûve bêne geşkirin. Bi dînamîkên bajêr divê ev rewş weke polîtîkayekê bê meşandin.”