Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanan aşkera kir.
QSD’ê diyar kir ku Şervan Qamişlo û Diyar Qamişlo di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li eniya Çelebiyê ya Kobanê şehîd bûne û got: “Her du şervanan berxwedaneke mezin û lehengane li hemberî êrişên bi armanca têkbirina destkeftiyan û mafên gelê me di jiyaneke azad û bi rûmet de, nîşan dan.
Lehengiya ku di vê berxwedana destanî de hatiye nîşandan, şahidiya berxwedana rûmet û hebûnê ye. Ev berxwedanî jî nîşan dide ku şervanan ne ji bo sînor an xakê, lê ji bo parastina gelê xwe û parastina maf û destkeftiyên wan ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, têkoşîn kirine. Lehengiya wan û biryardariya wan a bêdawî ya ji bo parastina mafên gelê xwe dê di dil û mejiyê me de bimînin.”
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya wan nû kir.
Nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:
“Nasnav: Diyar Qamişlo
Nav û paşnav: Xorşîd Mehmûd
Navê dayikê: Xezale
Navê bav: Mecîd
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê – Kobanê, 26 Çile 2026
***
Nasnav: Şervan Qamişlo
Nav û paşnav: Rizgar Hesen
Navê dayikê: Emîre
Navê bav: Fûad
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê – Kobanê, 26 Çile 2026”

