Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicihanîna şertên peymana 10’ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe, saet 07:00’an sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm ji 2 rojan ve di bin êrişan de ne.”
QSD’ê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, ji herêma pevçûnan a rojhilatê Helebê vekişiya û li herêma rojhilatê Firatê bi cih bû.
ANHA’yê diyar kir ku ji saetên vê sibehê ve tevgera QSD’ê ya ji bo bicihanîna biryarê hate şopandin.

