Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê banga beşdarbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘QSD nûner û îradeya gel û baweriyên Sûriyeyê ye’
Rojava

‘QSD nûner û îradeya gel û baweriyên Sûriyeyê ye’

Şervanên QSD'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Ahmed El Şara dan ku gotibû, "QSD Kurdan temsîl nake" û destnîşan kir ku QSD ne tenê gelê Kurd her wiha Elewiyan, Suryan, Ereb û Durziyan jî temsîl dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şara (Colanî) destpêka vê mehê QSD û Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê kir hedef û îdîa kir ku gelê Kurd temsîl nakin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniyê dan û gotin, “QSD temamiya Sûriyeyê temsîl dike. Ne tenê gelê Kurd û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê tesmîl dike. Lê belê Colanî û hêzên ser bi wî ve, temamiya Sûriyeyê li aliyekî Erebên Sûnî jî temsîl nake.” Şervanên QSD’ê destnîşan kirin ku wê xaka Sûriyeyê biparêzin.

‘COLANÎ Û HIKUMETA WÎ JI BO GELÊ SÛRIYEYÊ NIKARE BIBE CIHÊ BAWERIYÊ’

Stêra Dêrik anî ziman ku bi felsefeya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk hatiye avakirin û got, “QSD ne tenê ji gelê Kurd pêk tê. Ji Ereb, Suryan, Ermen, Elewî, Durzî û gelek komên etnîkî pêk tê. Ji ber ku QSD paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji xwe re dike esas û bi cih tîne. Em gotinên kesekî ku berê di nava Nûsra, El Qaîde û DAÎŞ’ê de bû weke pêkhateya entîkî ya Sûriyeyê qebûl nakin û cidî jî nabînin. Kesekî ku bi pratîka xwe ya berê komkujî li gelên Sûriyeyê kir, niha li Şamê bûye desthilatdar, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku wê tevahiya Sûriyeyê bi rê ve bibe. Ji ber ku gelê Sûriyeyê bi salan di bin rejîma Baasê de eciqî. Ji ber vê jî paşerojeke azad, demokratîk û aştiyane dixwaze. Colanî û çeteyên wî nikarin vê yekê bidin gelê Sûriyeyê. Ji ber ku ne ji aliyê felsefeyê, ne ji aliyê pratîkê û ferasetê ve Colanî û hikumeta wî nikare li nava civaka Sûriyeyê xwedî hikum be. Nikare bibe cihê baweriyê. Gelên Sûriyeyê û tevahiya gelên cîhanê baş bi vê zanin.”

‘COLANÎ ELEWÎ QETIL KIR’

Mûhsîn Hama ku weke ciwanekî Elewî di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de de ye got, “Weke hêzên QSD’ê ku di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de xwe bi rêxistin kiriye, em amade ne Sûriyeyê biparêzin” û bi vî rengî dewam kir: “QSD ne tenê ji gelê Kurd pêk tê û Kurdan bi tenê temsîl nake. Temamiya bawerî û gelên Sûriyeyê temsîl dike. Ji ber vê yekê jî em gotinên Colanî cidî nabînin. Ji ber ku gel û baweriyên Sûriyeyê temsîl nake. Me ji nêz ve şahidî ji vê yekê re kirin. Komkujiyên ku li Lazkiye, Tartûs Hûms û Hamayê li Elewiyan kir, nîşan da ku mejiyê Colanî hîn neguheriye û nikare tevahiya Sûriyeyê temsîl bike. Lewma hêza ku karibe Sûriyeyê bi rê ve bibe ew mejî ye ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji xwe re esas girtiye. Ev jî QSD ye.”

‘QSD PÊKHATEYA HEMÛ GELÊN SÛRIYEYÊ YE’

Gerîla Tolhildan jî ragihand ku di nava QSD’ê de netewe û baweriyê cuda hene û anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî azad û demokratîk bi hev re dijîn. Gerîla Tolhildan got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ketiye meriyetê. di vê çarçoveyê de gel û bawerî hemû bi rengekî azad û demokratîk bi hev re dijîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ev paradîgma ji xwe re kiriye esas, Rojava diparêze. Em Kurd, Ereb, Êzidî, Suryan, Durzî, Elewî, Sûnî û Xiristiyan û hemû bawerî li heman eniyê, li heman çeperê gelê xwe û baweriyên xwe diparêzin. Em gelên xwe û nirxên xwe yên baweriyê diparêzin. Lê belê Colanî û çeteyên temsîliyeta Sûriyeyê li aliyekî  ji bo komkujiyan êrîşê dibin ser gel û baweriyên Sûriyeyê, gelan qetil dikin. Colanî û hikumeta wî bi êrîşên komkujiyê yên li ser gelê me yê Elewî yên li herêmên peravî û gelê me yê Durzî yê li Siwêdayê nikare gelê Sûriyeyê bi rê ve bibe, nikare gelê Sûriyeyê temsîl bike. Em weke Hêzên Sûrieyya Demokratîk em ê gel û baweriyên xwe yên li Sûriyeyê hemûyan her tim biparêzin û nirxên xwe biparêzin. Ji ber vê jî em dibêjin, QSD pêkhateya hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê ye.”

‘QSD PARÊVANÊ PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Ji ciwanên Suryanî yên ji Dêrikê şervanê QSD’ê Hana Dêrik jî got, “Weke hêzên QSD’ê em her tim amade ne xaka xwe biparêzin” û ev nirxandin kir, “QSD’ê paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ku wê gelan, baweriyan û tevahiya mirovahiyê azad bike, ji xwe re kir esas û xist meriyetê. Em jî ji vê yekê bi bandor bûn û tevlî nava QSD’ê bûn. Em bûn parêzvanên vê paradîgmayê. Ji ber vê yekê jî gotinên li ser çapemeniyê li dijî QSD’ê têne gotin, di cih de nînin. Ji ber ku pratîka QSD’ê nîşan da ku yekane hêza ku karibe Sûriyeyê biparêze ew e. Lewma em dibêjin; QSD îrade û parêzvanê rasteqîn ê bawerî û gelên Sûriyeyê ye.”

‘EM XWEDÎ WÊ POZÎSYON Û HÊZÊ NE KU TEVAHIYA SÛRIYEYÊ BIPARÊZIN’

Şervanê Ereb ê QSD’ê Mazlûm Qamişlo jî li ser gefên li dijî QSD û Rojava axivî û destnîşan kir ku weke QSD ew amade ne tevahiya Sûriyeyê biparêzin.

Mazlûm Qamişlo got, “Em gef û gotinên li dijî QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser çapemeniyê têne kirin cidî nabînin. Ji ber ku gotina, ‘QSD Kurdan temsîl nake’ ya Colanî, gotineke vala ye. QSD ne tenê Kurdan, her wiah Ereb, Suryan, Elewî, Durzî, ûnî, Xiristiyan, Êzidî, Ermenan temsîl dike. Eger temsîl nekiribûya ji ewqas gel û baweriyan tevlîbûn li nava QSD’ê nedibû. Gelên me dîtin ku QS’ê paradîgmaya Rêber Apo xistiye meriyetê û paşeroja xwe di nava QSD’ê de dît, lewma tevlî bû. Îro hejmara me her roj zêde dibe. Lewma daxuyaniyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di cih de nîne, gotinên vala ne. Divê gel û baweriyên Sûriyeyê van gotinan cidî nebînin. Ev gotinên Colanî wê aştîo, demokrasî û azadiyê nîne Sûriyeyê. Û wê şerê navxweyî yê 14 sal in li Sûriyeyê dewam dike, neqedîne. Ji ber ku di gotin û pratîka wî de qedandina şer li aliyekî, demokratîkbûna Sûriyeyê li aliyekî, komkujî û şer belav dike. Gelên Sûriyeyê bi vê zanin. Ji ber ku komkujiyên Colanî û hêzên wî li herêmên peravî yên Sûriyeyê anîn serê gelê me yê Elewî û li başûrê Sûriyeyê anîn serê gelê me yê Durzî ji aliyê gel û baweriyên Sûriyeyê ve tê dîtin. Lewma hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne cihê baweriyê ye. Me dît ku QSD yekane hêz e ku dikare Sûriyeyê biparêe, lewm em tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn. Hejmara me her roj zêde dibe. Em hîn xurt dibin. Û xwedî wê pozîsyonê ne ku dikarin xak, gel û baweriyên Sûriyeyê biparêzin.”

‘HAYA GELÊN SÛRIYEYÊ JI LÎSTIKÊN HIKUMETA DEMKÎ HEYE’

Şervanê QSD’ê Rêzan Dêrik anî ziman ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo gelan li hemberî hev sor bike çi ji dest tê dike û diyar kir ku gel û baweriyên Sûriyeyê bi lîstikên hikumeta demkî ya Sûriyeyê zanin. Rêzan Dêrik got, “Dema dawî xwestin di navbear gelan de tevlîheviyê bikin. Bi taybetî ji bo gelên Kurd û Ereb li hemberî hev rakin, çi ji destê wan hatin kirin. Lê belê plana wan bi ser neket. Û gel û baweriyên Sûriyeyê zanin bê Colanî û yên li pişt wî dixwazin çi bikin, wê ti carî rê nedin vê yekê. Ji ber ku em li dora paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo li hev kom bûne. Di vê çarçoveyê de weke gelên Ereb, Kurd, Suryan, Durzî, Elewî û Ermen em li dora îdeolojiyekê li ehv kom bûne. Di çarçoveya paradîgmaya Neteweya Demokratîk de em li hev civiyane. Baweriya me bi wê yekê tê ku bi paradîgmaya Rêber Apo em dikarin azad bibin. Ispata vê yekê jî şervan û şehîdên QSD’ê ye.”

Rêzan Dêrik destnîşan kir ku weke hêzên QSD’ê heta dawiyê wê gel û baweriyên Sûriyeyê biparêzin û got, “Hêza me ji bo vê heye. Em amade ne ku ji bo vê çi wezîfe bikeve ser milê me pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ: Em ê bibin şopdarên armancên wan
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Divê ‘mafê hêviyê’ û qanûnên aştiyê êdî bikevin meriyetê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şakranê piştî çalakiyên grevê zext zêde bûn

Hate hînbûn ku piştî greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê zextên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji sedî 75 ê nifûsa Tirkiyeyê antîdepresan bi kar tîne

Sala 2002'an dema ku AKP bû desthilatdar, 4 milyon qutî dermanê antîdepresan dihate firotin. Sala…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha çavkaniya me ya hêzê ye’

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişloyê gerîlayên azadiyê yên şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin; 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berf û seqemê êşên koçberên Waşûkanê zêdetir kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Îsraîlê êriş birin ser Quneytîrayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

834 koçberên Iraqî ji Kampa Holê derketin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?