Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên “leşkerkirina ciwanan li bajarê Reqayê” de daxuyaniyek weşand. QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew îdia ne rast in.
QSD’ê wiha domand: “Tişta rû daye, tenê bicihanîna xebatên ewlehiyê yên rûtîn û di çarçoveya piştrastbûnê ji nasnameyên kesayetî û belgeyan de ne. Em hewldanên reşkirinê yên li dijî sepandina ewlehiyê red dikin. Divê dezgehên çapemeniyê xwe bispêrin çavkaniyên fermî dema bixwazin ji agahiyan piştrast bibin.”