Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê şehadeta şervanekî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Hevrêyê me Zeyno par di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de li ser pira Qereqozaxê şehîd bû. Zeyno bi lehengî li ber xwe da û di rêya parastina gel û xaka xwe de gihaşt asta şehadetê. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe şehîd Zeyno û tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Em teqez dikin ku xwedîderketina li bîranîna şehîdan û domandina rêya wan dê di meşa me de zindî bimînin ta armancên wan ên avakirina welatekî bê teror û bê dagirkerî bighînin serî.”
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Zeyno
Nav û paşnav: Macid Îsa
Navê dayikê: Melka Beşîr El Îsa
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Minbic-Hêmer Cîs
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaxê-8 kanûn 2024

