Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe yê bi navê Harûn Qamişlo ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di berxwedana efsenewî ya hêzên me ya li Minbic, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de navê şehîd Harûn derket pêş. Şehîd Harûn yek ji wan têkoşeran e ku jiyana xwe bi şehadeta di rêya parastina welat û gelê xwe de tacîdar kir. Ji bo wefadariya bi şehîd Harûn re hêzên me avakirina Yekîneyên Şehîd Harûn ragihand. Yekîneyên Şehîd Harûn li herêmên şer bi taybetî li gundên Bendava Tişrînê û Minbicê dijmin tar û mar kirin.
Avakirina Yekîneya Şehîd Harûn di vê pêvajoya çarenûsî de, asta pisporî û profesyonel a hêzên me ya li hemberî êrişên bejahî û hewayî yên dijmin nîşan dide. Hevreyê me Harûn ku wezîfeya xwe bi dilsozî û qehremanî di nava yekîneyan de bi cih anî. Hêzên me avakirina yekîneya ji raya giştî re radighîne û teqez dike ku dê pêşxistina yekitiyê bi awayekî mezintir bidomîne da ku layîqî keda şehîdan û hêviyên gelê me bin. Yekîneyên Şehîd Harûn bingeha yekemîn a pêşxistina hêza me ya parastinê ye ku xwe dispêre derferên xweparastinê û piştgiriya gel.
Hevrêyê me Harûn di sala 2019ˈn de tev li refên QSDˈê bû. Heya roja şehadeta xwe bi biryardarî, israr, dîsîplîn û rihê bilind ê hevaltiyê li herêmên Heleb, Firat û Cizîrê têkoşîn kir, qet rihetî ji xwe re nedixwest, lê belê jiyana wî tijî kar, têkoşîn û girêdana bi rihê hevaltiyê ve, piştgirîkirina hevalên xwe û hezkirina xwe ji welat û gelê re tijî bû. Hevrê Harûn xwe di nava şoreşê de pêş xist û erkên xwe bi rêk û pêk bi cih dianîn.
Şehîd Harûn di pêvajoya berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê û herêmên derdora wan de, roleke mezin û serketin di şikandina êrişên dijmin de list. Hevrê Harûn di temenê ciwantiyê de barê şoreşê hilgirt. Ev yek jî ji eşqa wî ya mezin a ji bo avakirina welatekî azad de dihat. Di berxwedana li hember dagirkeran de her tim rû li ken bû û xweşbîn bû.
Hevrêyê Harûn kesayeteke mutewazî bû û heya sînorekî ne diyar fedakar bû. Ji aliyê hevalên xwe dihat hazkirin, xwedî cesareke mezin bû ku ji zehmetiyan neditirsiya. Di heman demê de girêdayî hêzên xwe û dîsîplîna xwe ya leşkerî bû. Bi soza tolhildana ji hevalên xwe yên şehîd re bi wêrekî û lehengî şer dikir.
Birayê şehîd Harûn, Tolhildan diyar kir ku Harûn li gundê Mişêrfê ji dayik bûye, lê dema temanê wî bû 10 salî malbat li bajarê Qamişloyê bi cih bû.
Tolhildan got “Harûn di sala 2019ˈan de tev li refên QSDˈê bû. Her tim ji dayika min re digot em malbateke welatparêz in, divê ez tev lê bibim. Bi eşqeke mezin tev li refên hêzên leşkerî bû.”
Em hevreyên şehîd Harûn dê têkoşînê di asta herî bilind de bidomînin, heya ku hêvî û xeyalên şehîdan bi cih bînin. Em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û jiyana azad biparêzin. Bila serê malbata şehîd Harûn û gelê me sax be. Em soz didin em ê şopdarên rêya şehîdan bin.”
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Harûn Qamişlo
Nav û paşnav: Şêxmûs Yûsif
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Gundê Xan El Heymer, Minbic, 7 Kanûn 2024.