Di raporê de hate diyarkirin ku di operasyonên ku 6’ê Çileyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û belavî seranserî Rojava bûn de, li dijî jin û zarokan binpêkirinên mafan ên giran qewimîn.
SÎSTEMÊN TENDURISTIYÊ BI ZANEBÛN HATIN HEDEFGIRTIN
Di raporê de HTŞ, DAÎŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê berpirsyar hatin nîşandan û hate ragihandin ku sîstemên tenduristiyê bi zanebûn hatin hedefgirtin, li Helebê li 5 nexweşxaneyan hate xistin, li Kobanê 4 zarok di serdegirtinên bi çekan de û zarokek jî di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan.
1,3 MILYON SIVÎL JI CIHÊN XWE HATIN KIRIN
Di raporê de hate diyarkirin ku ji 1,3 milyon sivîlên ku ji cihên xwe hatine kirine, zêdeyî sedî 70 jin û zarok bûn û hate destnîşankirin ku êşkenceya li dijî cenazeyên şervanên jin, talana li dijî saziyên jinan û êrîşên li dijî goristanan parçeyekî stratejîk a sîstematîk bû.
Di dawiya raporê de êrîşên ku ji Helebê destpê kirin û belavî tevahî Rojava bûn, weke “mîmariya tundiyeke plankirî” hate pênasekirin û ev bang hate kirin, “Em bang li dewletên eleqedar, saziyên navneteweyî û mekanîzmayên mafên mirovan dikin ku berpirsyarî bigirin ser xwe, mekanîzmayên parastinê û şopandinê bixin dewrê û li dijî hewldana qirkirina civakî gavên lezgîn û şênber bavêjin.”

