Sêşem, 14 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzeran bi Rêber Apo re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarên KESK’ê ji Amedê ber bi Enqerê ve dimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    McLaren: Gotinên Abdullah Ocalan weke kevokeke li ber bê ket û ji deryayê derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê rojên dawî 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji girtiya siyasî ya Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sirûnaz Ehmedî a ku li Îranê girtî ye dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê di şewatê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Navên xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji dengê Şehîd Helo Dêrsim ‘Leyla’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê YNK’ê Talebanî bi Serokkomarê Iraqê Reşîd re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê mîtînga ‘azadiyê’: Dem dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gûrbetellî Ersoz hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşvanên azadiyê bi kûlîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê nivîskarê Macar László Krasznahorkai wergirt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûkxaneya Şilêr çanda xwendin û naskirinê xurt dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Raza guhertin û veguhertinê
Gotar

Raza guhertin û veguhertinê

Nurhaq GULBAHAR
Nurhaq GULBAHAR Dîroka nûkirinê: 14. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

  • Raza guhertinê, tenê şerkirina bi yê kevin re nîne. Bi hemû hêza xwe ve, avakirina yê nû guhertin û veguhertinê bi xwe re tîne.

Gelek ruyên heqîqetê hene ku xwe nîşan dide. Hin caran bi yek gotinê, hin caran bi yek gavê, hin caran bi yek tevgerê, hin caran bi yek çalakiyê û hwd. Di tevgera PKK de ev nişane bi hev re derketin holê. Gotina ‘Kurdistan mêtîngehe’ yekemîn hejandina statukaya heyî bû. Weke partiyekê xwe birêxistinkirin formê wê yê danehevê û têkoşîna bi rêbazê şerê çekdarî, vê heqîqetê kire serpêhatiyeke dîrokî ya ji nîv esrî derbas kir. Bi xwe re gelek encam anî. Encama herî bi wate ya vê dîrokê serxistina hebûna gel û misogerkirina vê hebûnê bû.

Lê di nava vê pêvajoya dûdirêj û dagirtî de heqîqeteke din a ji ber qeraxa kendalê hate rizgarkirin hebû. Jina ku weke sembola welatê dagirkirî, talanbûyî û hilweşandî bû, dida ser rêya azadî û hebûna bi rûmet û ji bo vê jî şerê herî dijwar dikir. Şerê çekdarî, şerê bi hişmendiya serdest a mêr re, şerê tola tevahî dîroka regezekî dikir ku dîroka ku dihat ferz kirin li ser vê ava bibû. Ji bo vê şert û merc pir giran bû lê carekê ji ew deriyê qefilkirî derketinek çêbibû. Serkeftina herî mezin jî weke jin û mêr li kêleka hev, bi hev re meşa azadiyê bû. Di cewherê xwe de di encama têkoşîna ji nîv esrî derbaskiriye de ya ku bi ser ketibû ev bû. Peywendiya di navbera jin û mêr a li ser milk û kuştinê veguherî û hevaltiya jin û mêr a li ser bingeha azadî û hebûnê derkete holê. Ev xal ji Kurdbûnê wêdetir bû. Sererastkirina dîrokê pêk dihat. Di cewherê xwe de şoreşa esasî ev bû.

Ev guhertina binyadî roja 11ê meha Tirmehê di wan kêliyên dîrokê yên di wateya guhertina rêbazê têkoşîna azadiyê de careke din derket holê. 30 şoreşgerên bêaman ên ji nav dilê çiya derketin henase û nebzê dilê tevahî dinyayê lê bi taybetî yê Kurdistanê di hebûna xwe de hewandin. Li gorî felsefe û bîrmendiya rêhevaltiya ku di PKK de derketiye holê û ferqa herî mezine, 15 jin û 15 mêrên ku ji warên xwedawendan û çavên xwe ji melkemotê re naniqînin bi pêşengtiya jinekê, çekên xwe şewitandin û peyama xwe ya zelal a ji bo jiyan û civakeke demokratik ragihandin. Hêz û serberziya di sekna wan de cihê rêzê bû. Lê ev hêz û îradeya heyî xwedî paşxaneyeke kur bû ku heta roja me ya îro hatibû. Rêyeke zehmet bi kesên asayî naçe serî. Her şoreşgereke jin û mêr ên çeleng xwe ji bo wê rêya zehmet, gava yekem a dîrokî avêtin. Dil û hişmendiyeke hevgirtî ya ku dikare çekan bihelîne di bîra me de ava kirin. Di heman demê de rêbaza ku wê ber bi serkeftinê bibe jî di wê sekna bi hişmendiyê dagirtî pêşkêşî tevahî cîhanê kirin. Çalakiya xwe bi ser xistin.    

Raza guhertinê, tenê şerkirina bi yê kevin re nîne. Bi hemû hêza xwe ve, avakirina yê nû guhertin û veguhertinê bi xwe re tîne. Hişmendiya bi pêşengtiya PKKê vê razê bi awayê herî xwirt bi dest xistiye. Him bi yê kevin re şer kir û her wiha niha jî bi hemû hêz û lêhurbûna xwe ve, ji bo avakirina ya nû jî daye ser rê. Wê vê jî bi hevaltiya herî bedew a jin û mêr pêk bîne.  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Nurhaq GULBAHAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome: Faşîzîm wê winda bike

Di çalakiyên nobetê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê de hate destnîşankirin ku wê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 98’an de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Senyaşar di roja 98’an de berdewam kir. Şenyaşar li pêşiya wezaretê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê li dijî cezayê darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Îmralî – Jiyan Xelate (6)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Emperyalîzma Ultra-Kapîtalîst

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Îmralî – Hêza peyv û gotinê (5)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Emperyalîzm: Doh û Îro

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?