Şemî, 6 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Birêz Ocalan êdî muxatabek siyasî yê fermî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza bêdeng a li Tirkiyeyê: Zincîra îhmalkariyê û jehrîbûnan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeki Bayhan: Entegrasyona demokratîk, rêya civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahîn ê ku piştî 30 salan hat berdan li Rihayê bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk re peyam şand
Rojane

Rêber Apo ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk re peyam şand

Rêber Apo ji ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ re peyam şand û got, îro li ser bingehê sosyalîzma civaka demokratîk, dema ber bi serketinê ve ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Di konferansê de peyama Rêber Apo ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin hate xwendin. Peyam, ji hêla Veysî Aktaş ve hate xwendin ku 10 salan di Girtîgeha Îmraliyê de hatibû ragirtin û di Tîrmehê de hatibû berdan. 

Peyama Rêber Apo ya bi sernavê “Em bi rêya avakirina aştî û civaka demokratîk sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin” wiha ye:                  

“Bîrewerên qedirbilind, hevalên hêja, delegeyên hêja û hemû kesên ku baweriya wan hîn jî bi sosyalîzmê heye; Ez di demeke wisa de bi we re diaxivim ku li Girava Îmraliyê, di bin şert û mercên tecrîda 26 salan de, ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi lêgerîna aştî û civaka demokratîk danûstandinên bi dewletê re ji nû ve dest pê kirine. Ji bo min pir hêja û biwate ye ku îro li vir di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de li ser Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîzmê bi we re diaxivim.

Wek Kurd, me têkoşîna PKK’ê ya ji bo hebûn û rûmetê ya 52 salan temam kir û em niha ketine serdemekê ku dê komara demokratîk û civaka demokratîk ji nû ve bê avakirin.

PKKê bi misogerkirina hebûna neteweyî ya gelê Kurd mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anî, di heman demê de xitimandina sosyalîzma netew-dewletê derxist holê. Sosyalîzma sedsala 20’an wekî pêngava şoreşgerî ya neyînî derket holê, lê nekarî cihê wê dagire. Di salên 1990’î de ku piraniya mirovan ji sosyalîzmê direviyan, min got “Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovbûnê ye” û min tevahiya jiyana xwe ji bo ji nû ve avakirina vê hêviyê terxan kir. Ev têkoşîna ku bi berdêlên mezin hat meşandin, îro bûye mîrateyek ku bi rexneyên teorîk û pratîk hatiye çêkirin. Ji bo ku em bi awayekî rast li vê mîrateyê xwedî derkevin, divê em sosyalîzmê ji bîranînekê veguherînin hêzeke civakî ya zindî ku bi gel re deng vedide.

Divê kevneşopiya sosyalîst a di dîrokê de hem ji bo avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina civaka demokratîk wekî mîrateyekê bê hesibandin û rêya bidestxistina vê yekê jî bi bicihanîna erkên navneteweyî di teorî û pratîkê de mimkun e.

Her çend sosyalîstên utopîk û Marksîst ji sedsala 19’an û vir ve bi berfirehî rexne li pergala hegemonîk a kapîtalîst kiribin jî, wan nekarî helwesteke encamgir pêş bixistina. Kapîtalîzma îroyîn êdî ne krîzek e, gihîştiye asta nexweşiyekê ku gefê li cinsê mirovan dixwe. Yekdestdariya tundûtûjiyê ya bi şiklê netew-dewletê di vê hilweşînê de diyarker e.  

Herwekî ku kapîtalîzm tenê bi bingehên aborî nayê ravekirin, em nikarin têkçûna tevgerên sosyalîst tenê bi zordestiya kapîtalîst rave bikin. Xeletiyên dîrokî û yên niha jî di vê paşketinê de diyarker in.

Divê rexneyên min ên li ser Marksîzmê rast bên fahmkirin. Ez Marks sûcdar nakim; di dema wî de, dîrok wekî îro nehatibû ronîkirin, krîza ekolojîk tunebû û kapîtalîzm di serdema xwe ya bilindbûnê de bû. Tevî van hemûyan, Marks îdeologekî pir bixwebawer bû ku her tim xwe rexne dikir. Wî rizgariya jinan didît, lê ji ber ku wî ew bi awayekî serkî şîrove dikir û kûrahiya wê fahm nedikir, wî bawer dikir ku eger kedxwariya aborî bê derbaskirin, ew ê jî bê derbaskirin. Wî hewl dida dîroka civakî tenê bi rêya çînê rave bike û wî nekarî dewletê û netew-dewletê bi awayekî têrker analîz bike. Ji ber vê yekê jî encamên giran derketin holê. Digel van hemû rexneyan, ez dixwazim lê zêde bikim ku ez rêzê li ber xebata Marks digirim, gumana min ji niyeta wî tuneye û ez Marksîzmê ji Marks cuda dinirxînim. Her çend em li ser hin mijarên bingehîn Marksîzmê û sosyalîzma reel rexne bikin jî, tiştê ku em wekî sosyalîst hîs dikin xwerexnekirin e.

Divê hêzên dij-pergalî, materyalîzma dîrokî ji nû ve binirxînin ku bi rastiya civaka mirovan re li hev bike. Girîng e mirov fahm bike ku kapîtalîzm di sedsala 16an de “ji asîmanan neket”, rehên wê digihîjin pêşveçûna şaristaniyê ya 10,000-12.000 salî ya li Mezopotamyaya Jêrîn. Navendên wekî Girê Mirazan û Girê Keçel vê destpêka dîrokî ronî dikin. Ji ber vê yekê, ez rasttir dibînim ku pergala şaristaniyê ya heyî wekî “pergala kujer a civakî ya kastê” bi nav bikim. Delîlên arkeolojîk û antropolojîk nîşan didin ku kastên nêçîrvanên mêr, bi karanîna teknîkên kuştinê yên ku wan pêş xistine, civakên klan ên bi navenda jinan tepeser kirin û jin kirin kole. Ev di dîroka mirovahiyê de şikestina herî kûr e. Di heman demê de dij-şoreşeke mezin e ku hemû pêşketinên şaristaniyê yên pêşiya xwe diyar kiriye.

Analîzkirina kapîtalîzmê ji perspektîfeke dîrokî dê asoya me gelekî berfireh bike. Ev pergal ne tenê nakokiyên navxweyî yên di nav civakê de gur dike, lê di heman demê de bi pêşxistina pergalên çekên kîmyewî û atomî yên ku dikarin gerstêrkê hilweşînin, bi qirêjkirina avhewayê û bi talankirina çavkaniyên binerd û sererdê xwezayê wêran dike û bi vî awayî dawiya mirovahiyê tîne. Di nav erkên bingehîn ên navneteweyî de ye ku girêdayî vê rastiyê analîzeke kapîtalîst a nû ji mirovahiyê re bê pêşkêşkirin.

Divê dîroka bindestan bi perspektîfa komunan a ku pêkhateyeke xweparastinê ye ku ji çînê pêştir e, bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê perspektîfeke dîrokî hewce dike ku êlên destpêkê wekî destpêka komunan dibîne û digihîje çîna ku em îro jê re dibêjin proletarya yan jî digihîje hemû gelên bindest.

Li ser vê bingehê em dibêjin ku dîrok bi têkoşîna çînî ve ne sînordar e. Vê yekê jî di nav xwe de dihewîne û rasttir e ku dîrok wekî pêvajoya têkilî û pevçûnê di navbera pêşketina komunal û pêşketina dij-komunal de bê xwendin ku dîroka wê bi qasî 30 hezar sal berê.

Ez bawer dikim ku konferansa we dê li ser bingeha analîzên teorîk ên ku min pêşkêş kirine, nîqaşên girîng pêş bixe ku dê tevkariyê li têgihîştineke nû ya bername û rêxistina siyasî bikin. Rêbaza bingehîn di vê pêvajoyê de  materyalîzma diyalektîk e. Lê belê, divê piroleyên diyalektîka klasîk bên derbaskirin. Divê em nakokiyan ne wekî qismên ku hevdu hildiweşînin, lê wekî diyardeyên civakî yên ku hevdu xurt dikin bibînin. Ji ber ku bê komun dewlet  tuneye, bê burjuvazî proletarya tuneye. Ji ber vê yekê, divê em nakokiyan ne bi hişmendiyeke hilweşîner, lê bi perspektîfeke dîrokî ya veguherîner bigirin dest.

Pêşketinên zanistî jî nîşan didin ku rêbaza diyalektîk heya ku ew neyê mutleqkirin di analîza civakî de amûreke bi bandor e. Di vê çarçoveyê de, nûjenkirina diyalektîka komun-dewlet û çîn-dewletê hewce ye. Têkçûna sosyalîzma rastîn a sedsala 20an ji şîrovekirina nerast a vê diyalektîka dîrokî derket holê: her çend sosyalîzma dewletparêz dewlet bi dest xist jî, di dawiyê de li hember wê têk çû. Bi girêdana mafê çarenûsa neteweyan bi dewleta neteweyî re, ew di nav sînorên polîtîkayên burjuva de tengijî. Têgeha “netew-dewleta proleter” ji bilî hilberandina zihniyeta dewletperest encameke din çênekiriye.

Min ev heqîqet bi awayekî rast şîrove kir û got: Sosyalîzma netew-dewletê mirov ber bi têkçûnê ve dibe, sosyalîzma civaka demokratîk mirov ber bi serkeftinê ve dibe. Îro dem dema li ser bingeha sosyalîzma demokratîk meşa ber bi rizgariya demokratîk ve ye.

Ez di vê rêyê de bawer dikim ku em ê li şûna dewletê bi perspektîfa komara demokratîk, neteweya demokratîk û bi paradîgmaya civaka demokratîk a ji bo jinan azadîparêz, ekolojîk û demokratîk bi ser bikevin.

Vê hişmendiyê tevgera me gihandiye nûjenbûna îdeolojîk û siyasî, dînamîzma rêxistinî û gelparêz û ew ber bi bernameyeke sosyalîst ve biriye ku dikare jipêdiviyên sedsalê re bibe bersiv.

Têkiliya sosyalîzma demokratîk bi dewletê re di pêvajoya aştî û çareseriyê de ji nû ve teşe digire. Ez têkiliya xwe bi dewletê re wekî têkiliyeke demokratîkbûnê pênase dikim. Di feraseta komara demokratîk de hewce dike ku dewlet ne wekî hêzeke îlahî li ser civakê be, di çarçoveya peymaneke demokratîk de bi civakê rebixebite. Bi stratejiya siyasî ya demokratîk, mimkun e ku di nav dewletê de guherîn û veguherîn çêbibe û civak li ser bingeheke demokratîk ji nû ve bê avakirin.

Bicihkirina vê stratejiyê li ser hiqûqê dê bingeheke mayînde ji bo aştiyê biafirîne. Hiqûq, wekî mekanîzmaya parastin û hevsengiya têkiliya demokratîk a di navbera dewlet û civakê de amûreke çareseriyê ye ku pêşî li tundûtûjiyê digire. Di heman demê de ew ê di sazûmankirina avakirin û meşrûtiya komara demokratîk û ji nû ve avakirina pergala civakî de jî rolekê bilîze.

Yek ji argumanên ku min wekî stratejiyeke bingehîn a têkoşînê pêşkêş kir, entegrasyona demokratîk û têgeha wê ya hiqûqî bû. Hiqûqa entegrasyona demokratîk, ku tê de hiqûq bi rêya normên takekesî û gerdûnî û mafên kolektîf ji bo berjewendiya civakê ji nû ve tê ava kirin, divê li ser sê prensîbên bingehîn bê avakirin:

* Zagona hemwelatîbûna azad,

* Zagona aştî û civaka demokratîk,

* Zagonên azadiyê.

Hiqûqa entegrasyona demokratîk dê hem dewletê vediguherîne dewleta norman û hem jî dê hebûna civakê ya bidestxistî bi awayekî sazûmanî misoger bike û bi vî awayî azadiya xwe bi dest bixe. Pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku min da destpêkirin pêvajoyeke diyalogê ye. Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn ku etnîsîte, ol û mezhebên tevlihev lê ne, gelek tişt hene ku bi diyalog û danûstandinên demokratîk bên bidestxistin. Bi rastî, ez bawer dikim ku sosyalîzmeke watedar ji bilî nêzîkatiyeke şoreşgerî ya tundûtûj, guncantir e ku xwe wekî pergaleke erênî ya avakirin û hebûnê birêxistin bike û vê yekê jî bi şêweyê diyaloga demokratîk pêk bîne. Zehmet e ku mirov bawer bike ku sosyalîzm bêyî ku li ser diyalogeke demokratîk a berfireh û kûr bê avakirin, bê avakirin jî mayînde be.

Lenîn jî gotiye, “Sosyalîzm bêyî demokrasiyeke berfireh û pêşketî nayê avakirin.”

Bi vê bîr û baweriyê, ez hêvî dikim ku civîna me serkeftî derbas bibe û ez silav û hezkirina xwe ya hevaltiyê ya bêdawî pêşkêşî we dikim.

06.12.2025

Abdullah OCALAN

Girava Îmraliyê”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hikûmeta Demkî rûspiyekî Elewî girt
Nûçeya Pişt re Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn hate şermezarkirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hate birîn, şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Serlêdana Îmralî hate qebûlkirin, wê 28’ê Sibatê daxuyanî bide

Serlêdana ku Şandeya Îmralî ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk anî, hate qebûlkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê 103 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Saritaş: Birêz Ocalan êdî muxatabek siyasî yê fermî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Krîza bêdeng a li Tirkiyeyê: Zincîra îhmalkariyê û jehrîbûnan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeki Bayhan: Entegrasyona demokratîk, rêya civaka demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?