Wek gelê Kurd û bi taybetî jî wek Tevgera Azadîyê em di demên herî giran re derbas dibin. Em wek gelê Kurd dizanin di demên ûsa de herî zêde em rastî şerê taybet û leyîstikên dewlet û hêzên wî tên. Ji ber wê gelek girînge em tenê guh bidin dengê heqîqet û rastiyê jî bo neyên leyîstikên wan û neyên xapandin.
Di çapemenîya dewleta tirk de wek di hemû pêvajoyên çarenûsê de hewayeke ku qaşo hîn tişt diqewimin û qaşo ew pêvajoyê birêvedibin nîşan dikin. Em hemû jî vê yekê baş dizanin ku wek gelê Kurd em çawa hatin wan rojan û çi bedel hatin dayin û hêjî tên dayin. Pêvajoyek heye lê ev pêvajo bi însîyatîfa Rêber Apo hat destpêkirin lê dewleta tirk vê yekê sanki ew destpêkirina dixwazin bi raya giştî û bi taybet jî li civaka Kurd û Kurdistanê bidin ferz kirin. Lê di rastiyê de çi heye ka em binêrin û binirxînin. Belê,wek di hemû qonaxên veguherandin û qeyranan de her hêzek dixwaze di nexşeya cîhanê de cihê xwe bigre û hebûna xwe mayîn de bike. Bê guman Kurd jî vê yekê ne bêpar in. Lê hebûneke çawa…
Heger em behsa aştîyeke mayîn de bikin wê demê emê bipirsin,çima hejî Rêber Apo di girtîgehê de ye,çima bi sedan hevalên me li zindanane,çima êrîşên dewleta tirk li ser Rojava,Bakûr û Başur û bi taybet jî li ser parazvanên me dewam dikin. Belê,bersivdayîna wan pirsan heger ji wan re giran be wê demê ya herî asayî em pirsbikin,çima hejî ser ziman û nasname min qedexeyên wan dewam dikin,çima cenazeyên me nahêlin biçin li gel malbata xwe û çima çima çima….Pirsên me gelekin û dema pirs gelek bin wê demê tenê heqîqetê ku ti tiştek ne hatiye guhertin û her tişt wek xwe heye derdikeve holê.
Ji bo dewleta tirk bi taybet jî ji bo hêzên nîjadperest ti tiştên ku kiryarên wan rewa bike nîne. Zimanên wan binêrin ji nefret û înkarê ti tiştekî din nabêjin. Di her gotinekî wan de tenê dijminatî û ferza tunekirina Kurd û Kurdistanê heye. Me pirî caran gotiye û dîsa dibêjin di vê mijarê de mesele ne PKK’ê û hêzên QSD ne,mesele hebûna Kurd û destkeftîyên Kurd e. Gelê Kurd bi paradîgmaya Rêber Apo îro li seranserê cîhanê bûye nasname. Her kurdekî ku ji xwera dibêje ez Kurdim û welatparêzim bi nasname azad a PKK’ê tê pênase kirin û ev êdî heqîqetê. Ev heqîqet êdî nayê parçekirin û ti hêz êdî nikare ji nedîtî were. Ji ber wê di dîzaynkirin û jinûveavakirina pergalên xwe da wê Kurd û bi taybetî jî Rêber Apo û Tevgera Azadî wê bixin hesaban de. Helbet wê hesabên gelê Kurd ji hebin.
Tevgera Apo’yî ti caran wek di mînaka hêzên din de tenê bi berjewendîya xwe ranebûye. Hertim di berjewendîya gel û welatê xwe da tevgerîya ye. Ji ber wê wek gelê Kurd em di van mijaran de zelalin û ti car nahêlin ku kesên ku ti bedel nedane temsîla me bike ango qaşo ji xwera bêje rêber. Rêber Apo xeta me sore bila kes derbas neke! Rêberê gel û Kurdistan dîyare û tenê bi wî rêberê emê bibin Kurd û cihê xwe li ser dika dîrokê bigrin. Ji ber wê jî her demê zêdetir emê xwedî li Rêber Apo derkevin û tenê azadî û xilasbûna xwe di azadîya mayîn de a Rêber Apo de bibînin. Ji ber jî xeynî Rêber Apo û PKK’ê ti kesên me nîne. Wek di hemû pêvajoyên çarenûsê de wê gelek êşên giran bên jiyan kirin lê wek cangoriyên me ji me hemûyan re mîras hiştin wê dawî muhteşem be. Sekna zelal,bawerî û ruhê şer e gelê şoreşgerî wê me bibe pêşerojên azad û serkeftinên mayîn de.