Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek derxist.
Di biryarnameyê de hatiye gotin, bi boneya serê salê hemû sazî û dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja pêncşemê 1’ê Çileya 2026’an dikin betlane.
Li gorî biryarnameyê saziyên ku pêdiviya wan bi berdewamiya kar heye di biryarnameyê de cih nagirin.

