În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê silav kir û destnîşan kir ku Şengal ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê bawerî, çand û nasnameyê ve jî hatiye rizgarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi wesîleya 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniyê de 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi coş, kelecan û hêviyek mezin pîroz kir û ev tişt gotin:
 
“10 sal berê di 13’yê Mijdara 2015’an de, mizginiya rizgarkirina navenda Şengalê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê ji gelê me re hate ragihandin. 10 sal berê ne tenê me Şengal ji destê çeteyan rizgar kir, di heman demê de me ji destê xiyanetê, ji destê bêbextiyê, ji destê desthilatdariyê jî rizgar kir. Weke tê zanîn Şengal bi îxaneteke mezin teslîmî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin û hate dagirkirin. Li hemberî vê îxaneta mezin, bi berxwedaneke mezin a dîrokî hate rizgarkirin. Şengal bi pêşengiya gerîlayên HPG, YJA-Star, şervanên YBŞ-YJŞ û hêzên Şoreşa Rojava bi şerekî mal bi mal, bi şerekî sing bi sing hate rizgarkirin. Di vê oxirê de me bi sedan şehîd da. Di şexsê wan şehîdan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê, şehîdên Şengala xweser û azad bibîr tînin. Em 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li malbatên şehîdan û li gelê xwe pîroz dikin.”
 
Berdewamiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
“Rizgarkirina Şengalê, ne tenê pêngaveke leşkerî bû. Me bi rizgarkirina Şengalê axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe, ol û baweriya xwe rizgar kir. Me jinên Êzidî, ciwanên Êzidî rizgar kir. Me xwe ji destê xiyanet û bêbextiyê rizgar kir. Di dîroka Êzidiyan de cara yekemîn bû ku hêzeke xwe parastinê ava kir ku jinên Êzidî jî tevlî bûn. Cara yekem, piştî fermanekê Êzidî car din vegeriyan ser cih û warê xwe yê pîroz. Bi cewherî roja rizgarkirina Şengalê, roja vejîn û serketina gelê Şengalê ye. Piştî rizgarkirinê li Şengalê jiyaneke nû destpê kir. Civaka Êzidî û gelê Şengalê dest bi avakirina jiyaneke nû kirin. Di nav 10 salan de di asta şoreşê de pêşketin çêbûn, deskeftî hatin bidestxistin. Şengal gihîşt hêza xwe parastin û xwe rêvebirinê.
 
Li gel hemû deskeftiyan, êrîşên li ser Şengalê hê jî berdewam dikin. Bi rê û rêbazên cuda siyaseta fermanê hê jî li Şengalê tê ferzkirin. Bi taybetî hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dane û Şengal rizgar kirine, dibin hedefa êrîşên cuda. Siyaseta guhertina demografyaya Şengalê di rojevê de ye ku dixwazin Şengal bê Êzidî bihêlin. Dorpêçeke mezin a siyasî, leşkerî, aborî û civakî li ser Şengalê berdewam e. Bi cewherî plan û siyaseta qirêj a li ser Şengalê hê jî berdewam e. Ji ber vê rastiyê, di 10’emîn salvegera Şengalê de em careke din banga vegera hemû Êzidiyan dikin, em bang li gelê xwe dikin ku li derdora çand, ziman û baweriya xwe kom bibin û bersiva şerê taybet ê Fermana Spî bidin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji her demê zêdetir li derdora sazî û dezgehên xwe, li derdora hêzên parastinê kom bibin.
 
Em 10’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin. Hebûna me ya li ser vê axê, bi saya keda Rêber Apo ye. Îro jî Rêber Apo di pêngava Aştî û Civaka Demokratîk de hêz û moralê herî mezin dide civaka Êzidî. Her nameyek, her gotinek, her peyamek Rêber Apo rêya azadiyê jî me re nîşan dide. Çawa ku Şengal bi keda Rêber Apo rizgar bû, wê bi şopandina fikrê Rêber Apo Şengala xweser û azad jî ava bibe. Em di nav 10 salan de ji fermanê ber bi Şoreşa Şengalê, ji Şoreşa Şengalê ber bi ronesansê ve meşiyan. Îro roj derfetên hebûna azad, derfetên mîsogerkirina Şengala xweser û azad ji her demê bêtir heye. Em ê jî di 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de bi awayeke xurt beşdarî pêngava Aştî û Civaka Demakratîk a Rêber Apo bibin.  Wê civaka Êzidî, ji her demê zêdetir xwedî li nasnameya xwe, axa xwe, statuya xwe xwedî derkeve. Wê ji her demê zêdetir xwedî li Rêber Apo derkeve. Di 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, em ê ji rizgarkirinê ber bi avakirina civaka demokratîk û azad têkoşîna xwe mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Behdînanê protestoyên hilbijartinê dewam dikin
Nûçeya Pişt re Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ser rêya Wan-Geverê di 2 rojan de sê caran hezazê rû da

Li ser rêya bejahî ya Wan-Geverê di nava 2 rojên dawî de sê caran hezazê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê derbarê şehadeta Bavê Teyar de daxuyanî da û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga li hunermendên Kurd: Bibin dengê gelê Kurdistanê

Saziyên çand, huner û wêjeyê yên Rojavayê Kurdistanê bang li hunermendên Kurd hemûyan kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: Li Burkina Fasoyê ji 2023’yan û vir ve zêdetirî 1.800 sivîl hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?