Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî berxwedana gelê herêmê li Bendava Tişrînê û destanên lehengî yên QSDˋê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:
“Çend roj in ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dewrî parastina Bendava Tişrîn û binesaziyan dikin, her wiha li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi top û balafiran herêmê hedef digirin piştgiriya QSDˋê dikin.
Balafirên dewleta Tirk konvoya sivîlan ku ji bo parastina Bendava Tişrînê ketibûn rê, bombebaran kir. Konvo bi dijwarî hate bombebarankirin û di encama wê de 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn. Ev êrîşa li dijî sivîlan binpêkirina qanûna navneteweyî ya mirovî ye û sûcekî şer e.
Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze îrade û berxwedana vî gelî ku ji bo parastina binesaziyên xizmetguzariyê rabûye ser piyan, bişikîne. Ev yek mezintirîn astên fedekarî û berxwedanê ye.
Em banga xwe ji civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî re nû dikin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî pêk bîne û tedbîrên lezgîn bigire, êrîş û topbarana dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne, sivîl û binesaziyan, biparêze.
Em berxwedana gelê xwe yê nobedar ê li Bendava Tişrînê, silav dikin. Em fedekariyên mezin ên QSD`ê ku li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê destanên lehengiyê dinivîsin, pîroz dikin.”