Baro û rêxistinên mafan li Amed û Êlihê daxuyanî dan û dan zanîn ku ji bo parastina statuya siyasî û hiqûqî ya Rojava girêdayî hiqûqa navneteweyî divê pêngavên bibandor werin avêtin.
Li Amedê daxuyani li pêşiya edliyeyê hate dayîn û Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku şerê li Sûriyeyê yê sala 2011’an ve ye berdewam dike rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran vekiriye. Abdulkadîr Guleç bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemîne û ev yek anîn ziman: ‘’Aşitiya mayînde û adilane; ne bi tundî û ferzkirina bêstatubûnê bi rêzgirtina îradeya gelan, nasname û baweriyan a girêdayî hemwelatîbûnê pêkan e.’’
Li Êlihê jî bi pêşengtiya ÎHD û OHD’ê daxuyaniyek hate dayîn û hate xwestin ku êrîş demildest werin sekinandin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa; ‘’Rojava wijdane, berxwedan e, azadî ye’’ hate hilgirtin û hate diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava wijdana mirovahiyê hedef digirin.

