Pêncşem, 16 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    6 girtî piştî 30 salan hatin berdan: Heta ku girtîgeh vala nebin wê ev pêvajo bi ser nekeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinan li Meclisê got: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Riham Hico: Em ê bi berxwedanê komployê bişkînin, Rêber Apo azad bikin
Kurdistan

Riham Hico: Em ê bi berxwedanê komployê bişkînin, Rêber Apo azad bikin

Berdevka TAJÊ Riham Hico diyar kir ku hevdîtinên bi Rêber Apo re dîrokî ne û got: "Bi Rêbertî re hêza çareseriya pirsgirêkan heye, lê xuya ye bi dewleta Tirk re nîne. Em ê bi berxwedana gel komployê û pergala Îmraliyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevdîtinên li Îmraliyê ku bi Rêber Apo re destpê kirine, li Şengalê jî bi civaka Êzidî re bi taybet jî bi jinên Êzidî re hêvî û îddiaya azadiyê xurtir kiriye. Jinên Êzidî jî bi pêngava TAJÊ ya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bû. Berdevka TAJÊ Riham Hico derbarê hevdîtinên bi Rêber Apo re, siyaseta dewleta Tirk û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji ajansa me re axivî.

Riham Hico diyar kir hevdîtinên ku bi Rêber Apo re li Îmraliyê destpê kirine encama berxwedanê ye û ev nirxandin kir: ‘’Em dikarin van hevdîtinan li ser du xalan binirxînin; ya yekemîn encama berxwedana gel a di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî.’ Ev berxwedanake pir bi hêz bû. Dengê ku ji bo Rêber Apo li dinyayê belav bû girîng bû. Rewşenbîr, siyasetmedar, ilimdarên cîhanê li her derê ji bo Rêber Apo ketin nav berxwedanê. Vê yekê zexteke mezin li ser dewleta Tirk çêkir û neçar ma bi Rêbertî re hevdîtin bike. Ya duyemîn, berxwedana gerîlayên azadiyê, berxwedana Rojava û Şengalê jî bû sedem ku dewleta tirk Tengav bibe. Ev berxwedan dewleta Tirk dixe nav qeyranên kûr. Ev bû sebep careke din deriyê Îmraliyê vebe. Bangawaziya Devlet Bahçelî ya ji bo Rêber Apo ne axaftinekî ji rêzê an jixweber bû, ji ber tengaviya dewletê bû. Ev heqîqet e, bê Rêbertî li Rojhilata Navîn çareserî çênabe.’’

Riham Hico destnîşan kir ku îro li Rojhilata Navîn şer û têkoşîn di navbera du projeyan de heye û wiha pêde çû: ‘’Fikir û projeya netewa demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêre pêkvejiyana gelan, li Rojhilata Navîn projeyeke daîmî ye. Ji xwe du projeyên esasî hene; yek ji wan netewa demokratîk e ya din jî netew dewlet e. Ev her du proje îro di nav şer de ne. Berxwedana Rêbertî, berxwedana gel û gerîla rê li ber hevdîtinê vekir. Vê hevdîtinê bi gelê Kurd, dostên wê û gelê Tirkiyê re jî hêviyeke mezin çêkir. Lê dewleta Tirk heya niha gavekî erênî neavêtiye. Bi Rêber Apo re hêza çareseriya pirsgirêkan heye lê xuya ye bi dewleta Tirk re nîne. Eger ev pêvajo neçe serî, wê berpirsyar dewleta Tirk be, hikumet be. Ji xwe dewleta Tirk piştî hevdîtinan, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê kûrtir kir.’’ 

‘ARMANCA ME AZADIYA RÊBER APO YE’

Berdevka TAJÊ Riham Hico anî ziman ku pêkhatina hevdîtinên li Îmraliyê nayê wê wateyê ku tecrîd şikiyaye û wiha berdewam kir: ‘’Rast e hevdîtin çêbûye lê hê tiştekî fermî nebûye, heya niha kiryarên dewleta Tirk pêvajoyê ber bi aşitî û çareseriyê ve nabe. Xuya ye ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan bêçek bike, Kurdan teslîm bigire. Lê ev ne ji aliyê Rêbertî ve, ne ji aliyê gelê Kurd ve tê qebûlkirin. Pêwîst e pirsgirêka Kurd çareser bibe ku ev pêngav pêş keve. Eger dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd nede sekinandin zehmet e ku pirsgirêk çareser bibe. Ji ber vê, hevdîtinên ku îro li Îmraliyê pêş dikevin dîrokî ne. Bi rastî jî kîlîta çareseriya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi Îmraliyê ve kilîtkirî ye! Eger dewleta Tirk dixwaza pirsgirêkan çareser bike, pêwîst e Rêbertî guhdar bike. Em bi hêvî ne ev pêvajo pêş bikeve û gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn bigihin mafê xwe. Bi çend hevdîtinan tecrîda li ser Rêbertî naşkê, ne ku heya niha tecrîd rabûye. Dewleta Tirk ji ber tengaviya xwe van hevdîtinan kir. Hedefa me ne tenê em agahî derbarê rewşa Rêbertî de bigirin. Armanc ew e ku Rêbertî azad be û karibe vê pêvajoyê rêvebibe.’’

‘PÊWÎST E EM HÛRGÛLIYÊN FELSEFEYA RÊBER APO BIZANIN’

Riham Hico derbarê rojeva jinên Êzidî yên Şengalê û pêngava ku nû dane destpêkirin de jî nirxandin kir û got: ‘’Tu çiqasî fikrê Rêbertî nas bikî tu ewqas dikarî xwe jî, heqîqeta xwe jî nas bikî. Weke gelê Şengalê, bi taybet jî weke jinên Êzidî fikrên Rêbertî di çarçoveya giştî de hate naskirin. Herkes dizane Rêbertî kî ye, Rêbertiyek çawa ye ji bo gelên bindest. Hêzên desthilatdar îro dikarin ji bo berjewendiyên xwe civakan tine bikin, jinan qir bikin. Em berê xwe bidin Xeze, Lubnan, êrîşên li ser Rojava… Lê Rêbertî hemû fikrê xwe xistiye bin xizmeta civakan. Bi fikrê Rêbertî kes bê maf namîne, jin jî pêkhate jî dibin xwedî maf. Herkes li gor rastiya xwe mafê xwe digire. Fikrê Rêbertî di vê çarçoveya giştî de tê zanîn, lê divê em hûrgûliyên felsefeya Rêber Apo jî bizanin.’’  

‘ARMANCA PÊNGAVA TAJÊ BELAVKIRINA FIKRÊ RÊBER APO YE’

Riham Hico di nirxandinên xwe de bal kişand ser hêza felsefeya Rêber Apo jî û bandora fikrên wî wiha şîrove kir: ‘’Ji bo em xwe biparêzin û bigihin mafên xwe, pêwîst e em kûrahiya fikrê Rêbertî nas bikin. Bi giştî civaka Êzidî û bi taybet jinên Êzidî, ji bo karibe bigihe mafên xwe pêwîst e em civaka Iraqê bi giştî bi xwe re birêxistin bikin. Ev jî bi belavkirina fikrê Rêbe Apo mimkûn e. Îro li hemû dinyayê jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser lingan e. Ev jî encama fikrê Rêber Apo ye. Ji ber vê pêwîst e fikrê Rêber Apo baş were belavkirin. Armanca pêngava ku TAJÊ daye destpêkirin jî ev e. Wê ev pêngav bi xwendina parêznameyên Rêber Apo, bi seminer û perwerdehiyan re wê pêşbikeve. Bi taybet jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek çalakî kirin lê dîsa jî em ê bi xurtkirina vê pêngavê re rexnedana xwe bidin. Amadekariyên baş ji bo vê pêngavê hatine kirin û em bawer in wê encamên wê xuya bibin.’’ 

‘EM Ê KOMPLOYA NAVNETEWÎ BIŞKÎNIN, RÊBER APO AZAD BIKIN’

Berdevka TAJÊ Riham Hico di dawiya axaftina xwe de jî Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo nirxand û wiha axivî: ‘’Rêber Apo, ji navê xwe xuya ye. Hedefa komployê ew bû ku di şexsê Rêber Apo de gelên Rojhilata Navîn werin tinekirin. Piştî komployê destwerdana li Rojhilata Navîn berfireh bû. Ji Iraqê heya Sûriyê hate dagirkirin. Niha hewldan hene ku mudaxele li hin welatên din were kirin. Ji xwe hin dewletên Ereb yekser teslîmî wan bûn. Ev hemû bi komploya navnetewî ve girêdayî ye. Rêber Apo li ber berjewendiyan asteng bû, lewma ev komplo hate lidarxistin. Îro dixwazin Sûriyeyê bikin weke Efganîstanê. Êrîşên li ser Rojava, li ser Şengalê tê meşandin jî bi komployê re girêdayî ne. Ji ber vê, Rêber Apo got an wê çareseriya min pêş bikeve an jî ya Emerîkayê. Ev komplo ne bi tenê li ser gelê Kurd e, li ser gele Ereb e jî, li ser Mesîhiyan e jî, li ser hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em bawer dikin bi berxwedana gel em ê vê komployê têk bibin û Rêber Apo azad bikin.’’ 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê nasnameya şehîdên Metînayê eşkere kir
Nûçeya Pişt re Balafirên şer ên Tirk car din bombe li Tişrînê barand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogullari: Divê rûbirûbûn pêk were

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Amedê di çalakiya xizmên windayan de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Mûradî: Têkoşîn û berxwedan didome

Girtiya jin a siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya li Îranê girtî ye di peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Karatepe 7 mehan piştî hate berdan, jiyana xwe ji dest da

Nexweşê kansera kolonê Mustafa Karatepe ku piştî 30 salan li Girtîgehê hate ragirtin di meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?