Şêniyên bajarên Hesekê û Dêrikê bi dirûşmeya “4’ê Nîsanê, roja jidayikbûna azadiya jinan û civaka demokratîk” e, roja jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan ku di 4’ê Nîsanê de ye, bi bîr anîn.
HESEKÊ
Beşdarên meşê, wêneyên Rêber Apo hilgirtin û bi cil û bergên Kurdî meşiyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî rêber Apo” berz kirin.
Pîrozbahî li Hesekê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Kongra Star Jiyan Dêrik jidayikbûna Rêber Apo pîroz kir û got, “Jidayikbûna Rêber Apo roja destpêkirina têkoşîna azadiyê û çareserkirina doza Kurd e.”
Jiyan Dêrik destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêya têkoşîn û berxwedana dehsalan di qadan de rê li ber jinan vekiriye ku rola xwe pêk bînin.
Jiyan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev roj wê bibe roja yekîtîya gelan û ew ê nehêlin ku ev yekîtî ji holê were rakirin.
Hevseroka nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Hesekê Zehra Elî, jidayikbûna Rêber Apo li gelên ku bi hesreta azadiyê di bin yek banî de li hev civiyane pîroz kir.
Zehra Elî piştrast kir ku “jidayikbûna Rêber Ocalan ji bo hemû mirovahiyê roja ji nû ve zayînê ye û sembola azadî û rûmetê ye.”
Zehra destnîşan kir ku felsefeya Rêber Apo nexşerêyek ji bo rizgariya gelên bindest ava kiriye û bûye çirayek ramana demokratîk ku biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên olî û çandî yên cuda de bi dest xistiye.
Piştî wê, komên “Zîlan, Weker Stêrk, Şehîd Ronahî Bawer, û Şehîd Tolhildan” pêşandanên hunerî û muzîkî pêşkêş kirin.
Di dawiyê de komeke hunermendan stranên şoreşgerî û neteweyî pêkêş kirin û beşdaran govend girtin.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê jî Kongira Star li Stadyuma Kornîşê ya girtî, bi beşdariya bi sedan niştecih, endamên saziyên xizmetguzariyê û hêzên ewlehiya navxweyî, şahiyek li dar xist.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û piştrast kir ku jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna mirovê azad û berxwedêr temsîl dike.
Hesen Koçer teqez kir ku her êrişek li ser Rêber Apo êrişeke rasterast li ser gelê Kurd û îradeya wan e.
Koçer rexne li dezgehên çapemeniyê yên ku hewl didin sembolên Kurdî biçûk bixin kir û diyar kir ku gel wê her kesê ku zirarê bide Rêber Apo û azadiya wî hesab bipirse.
Pîrozbahî bi pêşandanên hunerî yên komên “El Fatêriya” û “Avaşîn” bi dawî bû, ku stranên şoreşgerî û neteweyî pêşkêş kirin.

