Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo merasîmek lidar xistin. Destpêkê meşek pêk anîn û piştre ji fermandarên YŞB’ê Întiqam Zerdeşt axivî û rojbûna Rêber Apo pîroz kir. Şervanan her wiha helbestek li ser Rêber Apo xwendin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîrozbe ey Serok Apo’ berz kirin.
Piştî axaftinan şervanan şitlên daran çandin. Her şervanekî darek çandin û piştre hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Daxwaza her şervanek heman tişt bû. Şervanan xwestin Rêber Apo azad be. Edî şervan dixwazin Rêber Apo di nava xwe de bibînin. Ji şervanan Arif Şengalî dema dara xwe çand got; “Ji Şengalê heta Îmraliyê rojbûna me pîroz be” şervanê bi navê Şerzad Şengalî jî got; “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me hemûyane.” Şervanan dara dawiyê bi hevre çandin û daxwaza xwe kirin û gotin; “Em weke şervanên YBŞ’ê dixwazin Rêber Apo êdî di nava xwe de bibînin û rojbûna wî bi hevre pîroz bikin. Em bi vê hêvî û baweriyê dara xwe ya dawiyê diçînin.”
Şervanan bi stranan û bi gerandina govendê bernameya xwe bi dawî kir.

