– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê, wê bên şopandin.
– Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen gotina Rêberê Gelê Kurd; “Vejîn temam bûye, dema azadiyê ye” bi bîr xist û got, “Di salvegera 40’emîn a 15’ê Tebaxê de dem dema serketinê ye.”
-Yek ji parêzvanên mafên mirovan a navdar a Fransayê Genevieve Garrigos diyar kir ku tecrîd êşkenceyeke giran e û sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Divê em dawî li polîtîkayên durû bînin û Abdullah Ocalan azad bikin.”
– Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelan parçe bike û li hev bide şerkirin û got ku divê gel di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de xweparastina xwe pêş bixin.
– Sûzan Abbas li Tirbespiyê maleke hunerî vekir û hewl dide mîrateya çanda gelê Kurd zindî dihêle. Bi hunera xwe xizmeta şoreş û civakê dike; perwerdeya dilxwazî dide.