-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bên şopandin.
-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan, wê bên şopandin.
– Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê gelekî xerab e û anî ziman ku binpêkirinên mafan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne.
– Parlamaneterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku polîtîkaya qeyûman kalîteya xizmetên rêveberiyên herêmî ku pêşkêşî gel dikin xirab dike, bi taybet gelê Kurd ji projeyên çandî û civakî bêpar dihêle û hesta aîdîyetê lawaz dike.
-Prof Hamit Bozarslan nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd nirxand û got, “Armanc ne çareserkirina pirsgirêkê ye. Meşrûiyeta Kurdan nas nakin.”