– Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
– Celal Amed (Celal Bayimiş) ê ku jiyana xwe ya şoreşgerî ya 48 salan da azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi qeyrana dil şehîd bû. Tevgera Azadiyê got ku xeta têkoşînê ya Celal Amed a bi dilsoziya Apoyî, dilnizmî û kedê ve girêdayî wê were jiyîn û parastin.
– Helîn Umît, di salvegera 13’an a qirkirina Parîsê de balkişand ser “mekanîzma darbeyê” û anî ziman ku aşîtî tenê bi rastiyan re rû bi rû hatine ve dikare were avakirin û êrîşên li Helebê wekî “siyaseta bêkurdkirin û guhertina demografîk” binav kir.
– Pêşketin û pevçûnên piştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku piştî qirkirina li Helebê û Tişrînê wê bên şopandin.
– Senatorên Îspanyayê Gorka Elejabarieta Díaz û Josu Estarrona Elizondo ku êrîş û qirkirinên hikûmeta demkî ya Sûriyê yên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihandin ser rojeva hikûmeta Îspanyayê û bang li Îspanyayê kirin ku bikeve tevbigere.
– Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyit Aslan, diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê ji DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê ne serbixwe ne û got ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, ne Meclis û ne jî desthilatdarê gaveke şênber neavêtine.
– Endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Per Clausen diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê nikare ji berpirsiyariya li hember êrîşên li dijî Kurdên li Helebê bireve û got, “Heta ku mafên mirovan û serweriya hiqûqê neyên misogerkirin, piştgiriya siyasî û darayî ya ku ji bo Sûriyeyê ne rewa ye.”
– Çalakiyên protestoyê yên li Îranê û pêşketinên girêdayî vê wê bên şopandin.
– Birayê Îhsan Oral ê ku di girtîgehê de bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê tê, Haşim Oral got, “Di serdana me ya dawî de ew ji ber tayê dişewitî. Piştî ku ew ji nexweşxaneyê anîn, bi ava sar êşkence lê kirin. Divê her kes bêhiqûqiya li girtîgehan bibîne.”
– Çalakiyên xizmên winda û girtiyan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyê wê bên şopandin.

