* Mîtînga dîrokî ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Kolnê bê lidarxistin, wê bê şopandin.
* Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
* Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan wê bêne şopandin.
* Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, wê bên şopandin.
* Gerîlayên YJA Star û HPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin: “Gotin têra pênaseya jiyana PKK’ê nakin. PKK 46 salên xwe tije dike, hîna jî bi hêz li ser piya ye û di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye.”
* Jinên Amedî diyar kirin ku divê li dijî hişmendiya mêr-perwer jin têbikoşin û divê hişmendiya jinan di nav civakê de bê xurtkirin.
* Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk diyar kir ku hewl didin bi polîtîkayên qeyûman hêza desthilatdariyê di destê xwe de bigirin û got: “Divê sosyalîst bi awayekî eşkere li gel Kurdan cih bigirin.”