Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew dixwazin sala 47’an a PKK’ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Ev yek heta niha têkoşînek bû, lê niha di asta pêkhatinê de ye.”
Fermandariya Biryargeha NPG’ê têkildarî sala 47’an a damezrandina PKK’ê got, “Weke fedaiyên ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye, em ê bi performanseke bilind û tempoya serketinê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin.”
Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak ê ku wezîfeya wî hate desteserkirin got, “Em ê îradeya xwe teslîmî hêzên dagirker nekin ku îradeya gelê Kurd tine dihesibînin.”
Hêzên tifaqê diyar kirin ku wê bi gel re li ber xwe bidin û gotin, “Dewlet terorê dike. Li dijî desteserkirinê pêwîstî bi têkoşîneke hîn berfireh heye.”
Ji bo tundiya ku bi hezaran sal in li jinê tê kirin bê dîtin, 25’ê Mijdarê hîn bêhtir bi wate dibe û dibe wesîle ku li tevahiya cîhanê berxwedana jinan bilind bibe.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Çalakiyên bi wesîleya 25’ê Mijdarê bêne lidarxfistin wê bêne şopandin.
Çalakî û nerazîbûna li hemberî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê wê bêne şopandin.