Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê, her wiha çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê wê bêne şopandin.
Rewş cidî û metirsîdar e. Eger berxwedaneke xurt neyê kirin dibe ku nirxên şoreşê ji holê rabin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Parastina Rojava parastina azadiya jinê ye. Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye!
Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen diyar kir ku bûyerên li Helebê diqewimin ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî xistiye metirsiyê û got, “Ya ku qewimî, encama neserketina kolektîf e. Sûriye bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû ye.”
Hejmara 515’emîn a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta ‘PKK şoreşa mejî ye’ hate weşandin.