Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin.
Jinên ji Amedê bersiv dan pirsa ‘Aştî çiye?’ û bal kişandin ser wekhevî û azadiyê. Jinan gotin, “Em aştiyeke welê dixwazin ku tundî û komkujiyan bi dawî dike.”
Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku pêvajoya nû ya ji bo çareseriya meseleya Kurd hatiye destpêkirin ji plan û bernameya stratejîk bêpar e û got, ev nêzîkatî hem ji aliyê siyaseta navxweyî hem jî ji aliyê hevsengiyên herêmî ve bi rîsk e.
Saziyên jinan ku li hemberî tundî û kuştina jinan daketin qadan, hewl didin balê bikişînin ser tundiyê. Civaknas Eylem Kaya got, “Gelek caran haya jinan ji tundiya li wan tê kirin nîne û tundiyê fêhm nakin.”
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bi dirûşma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 13’ê Îlonê tê lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever got, wê di festîvalê de îradeya xwe nîşan bidin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.