Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Êrişên komên çete yên li nava hikumeta veguhêz a Şamê ku di bin bandora dewleta Tirk de ne, di roja çaremîn de ne. Êrişên çeteyan, berxwedana hêzên xweparastinê û çalakiyên şermezarkirinê wê werin şopandin.
Serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku di nava krîz aboriyê de destpê kir û bi daxwazên aborî, civakî û siyasî dewam dike, wê di roja 13’emîn de bêne şopandin.
Parêzerê dosya Komkujiya Parîsê Jean-Louis Malterre anî ziman ku astengiya li pêşiya edaletê dadgeriya Fransayê nîne, lê belê meqamên siyasî yên Fransayê ye ku bi hinceta ‘sira dewletê’ dosyayê dixitimînin.
Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû anî ziman ku êrişên li Helebê li dijî Kurdan têne kirin bandorê li nîqaşên asayîbûn û çareseriyê yên li Tirkiyeyê dike û got, aştiya mayinde tenê bi siyaseteke diyalogê û hevgirtî dibe.
Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan têkildarî meşa 10’ê Çileyê ya li Parîsê axivî û got, “Em ji bo edalet û heqîqetê dimeşin. Ji ber ku heta heqîqet neyê eşkerekirin edalet pêk nayê.”
Gerîlayên YJA Starê Gelawêj Teyrê Baz û Delîla Çinar cangoriyên Komkujiya Parîsê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn û gotin, “Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand. Mîrateya wê ya berxwedanê wê ji bo me bibe pîvana jiyanê.”
Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûnê yên demokratîk e û got, perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo pêşî li pêvajoyeke xurt û rasteqîn a aştiyê vekiriye.

