Rojhat Babat ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Kirşehîrê dihate ragirtin û li nexweşxaneya lê hate veguhestin jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li Wanê hate vşartin.
Babat bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hate girtin û bi hincetên cuda cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn. Cenazeyê Babat şeva 1’ê Nîsanê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin.
Cenazeyê Babat li taxa Suphanê li goristana malbatê hate veşartin. Di merasîma cenaze de li gel malbata Babat endam û rêveberên Wan TUHAY-DER’ê jî amade bûn.

