Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ê ku di 14’ê çileyê de li taxa Nûr a navçeya Cîzîrê dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê binçavkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç di 14’ê çileyê de li taxa Nûr a navçeya Cîzîr a Şirnexê dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Rojnameger Oruç ji sê rojan di bin çavan de bû û piştî îfadeya li midûriyeta polîsan wî birin edliyeyê. Nehiştin malbata Oruç û rojnameger bikevin edliyeyê.
Rojnamevan Oruç îfadeya ku ku li emniyetê dabû, li dozgeriyê dubare kir û diyar kir ku ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî hatiye binçavkirin. Parêzerê Oruç bertek nîşanî “terorîzekirina” çalakiyên pîşeyî yên muwekîlê xwe da. Dozger piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê Oruç şand Dageriya Cezayê ya Sulhê.
Rojnamevan Oruç piştî danişînê li dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.

