Rojnamevan Serdar Korûcû diyar kir ku di pêvajoya heyî de rûbirûbûn girîng e û got, rûbirûbûnek bibe jî wê bi rengekî kêm destpê bike, lê belê di civaka demokratîk de wê hîn bêhtir bê xwestin, divê bê xwestin. Rojnamevan Serdar Korûcû ku nivîskarê gelek pirtûkên li ser mijara rûbirûbûnê ye ji ANF’ê re axivî. Korûcû diyar kir ku di nava 52 salan de gelek bûyer qewimîn û got, “Her kes ji aliyê xwe ve dikare şîrove bike. Di nava Kurdan de jî vegotinên cuda dibe ku hebe, ji ber ku demeke gelekî dirêj û ji qonaxên cuda pêk dihat. Hem weke berxwedanê hem jî weke hilweşînê dikare bê şîrovekirin.”
Korûcû ragihand ku eger wê atmosfereke aştiyê bê afirandin rûbirûbûn divê tekez bibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; “Lê belê nediyar e ku ev yek wê çawa bibe û kengî bibe. Ji bo diyarkirina dem û rêbaza pêkhatina vê yekê qadên rûbirûbûnê ji aliyê muxataban ve bêne diyarkirin. Akademîsyen, rêxistinên civakî yên sivîl, parêzer, rojnamevan li ser vê qadê dikarin nêrînên xwe bibêjin, qala mînakên wê yên li cîhanê bikin, pêşniyaran bikin. Ev hemû gelekî hêja ne lê bleê bi dîtina min biryar divê ji aliyê wan aliyan ve bê dayin ku êş kişandine. Têkildarî pêvajoyê mijara ku herî zêde li ser tê nîqaşkirin ev e. Tê gotin, pêvajoya rûbirûbûnê dibe ku destpê neke, dijberî li pêvajoyê tê kirin. Li aliyê din dema ku mirov bala xwe didin ser aliyê rasteqîn ê vê mijarê, dibînin ku îtirazeke bi vî rengî nayê kirin. Dayikên Aştiyê… Ew ji destpêkê ve bi berxwedêrî dibêjin ‘aştî’ û hîn jî vê helwesta xwe dewam dikin. Dayikên Şemiyê dixwazin xizmên wan ên di binê çavan de hatine windakirin bêne dîtin, kiryar bêne darizandin, lê belê ew jî piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Dema 2015-16 ku bajar hilweşiyan… Dibe ku mijara ku herî kêm li ser tê axaftin ev e. Ji Sûrê heta Cizîrê, ji Nisêbînê heta Geverê mafê bi sedan malbatî heye ku di vê mijarê de biaxivin. Di serî de kesên ku di pirtûka ‘Ev şîn bi dawî nabe’ bi wan re axivîm ku bi alîkariya Eren Keskîn û şaxên ÎHD’ê hate amadekirin û gelek kesên ku piştre bi wan re axivîm li dijî aştiyê tiştek negotin. Li gorî min, tişta ku beriya her tiştî divê em li ber rabin ew gotinên serweriyê ye ku mafê axaftinê yê van malbatan ji nedîtî ve tên. Mafê kesî nîne ku derbasî pêşiya van malbatan bibe.”
‘TEVGERA KURD BALÊ DIKIŞÎNE SER RÛBIRÛBÛNÊ’
Korûcû destnîşan kir ku girîng e rûbirûbûn bi rengekî yekpare bê nirxandin û bi bîr xist ku li Elmanyayê jî ku weke yek ji mînakên herî baş ê rûbirûbûnê tê nîşandan, paqijiyeke rasteqîn nehate kirin. Korûcû got, “Rûbirûbûnek destpê bike jî wê bi kêmanî destpê bike, lê belê di civaka demokratîk de ku xwe dispêre aştiyê bêguman wê hîn bêhtir bê xwestin.”
Korûcû işaret bi mijara helalkirina li hev kir, ku ji aliyê hin kesan ve tê nîqaşkirin û anî ziman ku helalkirina li hev di lîteratura Îslamê de efûkirina hev e, lê belê di vir de rûbirûbûnek pêwîst e. Korûcû got, “Ji serokên giştî yên berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdarogû gotina ‘vebûnê’ bi kar anî Tevgera Kurd jî balê dikişîne ser pêwîstiya bi rûbirûbûnê. Helalkirina li hev ji ber ku ‘efû’yê tîne bîra mirovan, bêyî rûbirûbûnê zehmet xuya dike, ji ber ku yên li hev helal bikin, yanî aliyekî ku aliyê din efû bike yên sax in. Jacques Derrida dibêje ‘ev kêm e’, ji ber ku li gorî Derrida muxatabê yê efûkirinê êdî sax nînin. Xizmên wan, ew bi xwe jî ‘mexdûr’ bin, nakevin şûna yên jiyana xwe ji dest dane. Yên sax mane tenê xwedî wî mafî ne ku kiryarên xwe ji ber bûyerên bi serê wan ve anîne efû bike. Yanî li gorî Jacques Derrida ‘efûkirineke mutlaq’ nepêkan e.”
Korûcû destnîşan kir ku ji bo rûbirûbûn destpê bike divê dema polîtîkaya şer bê girtin.

