Jinên Başûr ên rojnamevan li ser girtina sazî û dezgehên çapemeniya azad nerazîbûn nîşan da. Rojnamevanên jin daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Rojnamevan Sinur Rehman ve hat dayîn, di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku JinTV yek ji navendên ku dengê jinên Kurd xurtir digihîne cîhanê ye. Rojnamevanan anî ziman ku diviya bû ji bo bihêzkirina navendên çapemeniyê taybet alîkarî xurtkirina navendên jinan bihata dayîn, berovajî her roja diçe karê medyayî yên jinan tên biçûkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek dibe sedemê ku zêdebûna medyayên megazînî ku roleke xirab li ser civakê û taybet jinan heye û got: “Hewl tê dayîn jin weke model bên bikaranîn û ev yek ne rastiya jina Kurd û civaka Kurde jî.”
Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser astengî û pêşgirtina karê medyayî yên jinan yên ji bo pêşxistina demokrasî û destnîşankirina aloziyên nava civakê û got: “Hedefgirtina JinTv raste rast êrîşkirina ser hevsengiya rêgezî û bihêzkirina jinane. Berovajî daxwazên peymana Sîdaw ya ji bo nehiştina her cûre cêwaziya dijî jinane.”
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin bang ji bo demokrasî û pêşxistina derferên nû ji bo jinan tê kirin lê li aliyê din ev destûr bi taybetî li dijî jin sedemeke yê pêşxistina tundiyê ye û ev hate gotin: “Ev destûre li dijî jine, dijî azadî û demokrasiyê ye. Bi aramanca bêdengkirina jinane.