În, 27 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Êdî divê hiqûqa aştiyê were nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Heta pêvajoya rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirin pêk neyê, çareserî çênabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rûken Bagok: Me hebûna xwe di nava PKK’ê de dît
Kurdistan

Rûken Bagok: Me hebûna xwe di nava PKK’ê de dît

Rûken Bagok destnîşan kir ku PKK'ê bi taybetî îradeyeke mezin da jin û ciwanan û got, "PKK'ê di nava têkoşîna 52 salî de serketinên gelekî mezin bi dest xist. Kurd ji nû ve rakir ser piyan û me hebûna xwe di nava PKK'ê de dît."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Rûken Bagok anî ziman ku di pêvajoya guherîn û veguherînê de wê rêxistiniya civakê, jin û ciwanan bikin karên bingehîn.

Rûken Bagok diyar kir ku armanca wan a bingehîn a dema nû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û nirxandineke bi vî rengî kir:

“Destpêkê Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêber Apo pîroz dikim. Di şexsê heval Fuat û heval Riza de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Em dubare soz didin ku li ser şopa wan bimeşin û bibin layiqê wan. Ev kongreya 12’an a PKK’ê me li ser esasê talîmata Rêbertî pêk anî. Vê yekê girêdanbûna ciwanên Apoyî ya bi Rêber Apo re nîşan da. Her peyveke Rêbertî em çawa ji xwe re weke talîmat esas digirin, di vê kongreyê de hate nîşandan. Her wiha di vê kongreyê de ji me re mijareke esasî ya rexnedayînê ev bû ku, diviyabû me di vê kongreya 12’an de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk anîbaya. Divê îsal teqez em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin. Rêbertî ji bo me her tişt e. Di vê pêvajoya guhertin û veguhertinê de, bi xebata ku me dayî pêşiya xwe ve girêdayî em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin û em ê Rêbertiya xwe bibînin jî. Me bi vê kêfxweşî û kelecanê kongreya xwe pêk anî. Hemû biryar û nîqaşên me meşandin jî, bi vê kelecanê bûn.

Di vê pêvajoya nû de em ê bi Rêbertî re kar û xebat bidin meşandin, ev yek jî kelecanek mezin di me de ava dike. PKK ji bo giştî gelê me, jin û ciwanan îradebûneke pir mezin dide avakirin. PKK di têkoşîna xwe ya 52 salan de nirxekî pir mezin daye avakirin, nirxekî civakî, çandî, exlaq û wijdan daye avakirin. 

Di pêvajoya nû de em ê bi mîrateya PKK’ê û bi ruhê hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin. Di 4’ê Nîsanê de di meşa Amarayê de Rêbertî perspektîfa pêvajoya nû da ciwanan, ji me re got, pêwîste xwe li her derê rêxistin bikin û her kesê rêxistin bikin. Em vê yekê ji xwe re weke talîmateke esasî û bingehîn digrin dest ku di pêvajoya pêşiya me de rêxistinkirina civakê, rêxistina jin û ciwanan em bikin bingehê hemû kar û xebatên xwe. Divê hemû ciwanên Apoyî û welatparêz, sosyalîst û enternasyonalîst pêvajoya li pêşiya me bi vî rengî binirxînin.

PKK’ê di têkoşîna xwe ya 52 salan de serketinên pir mezin daye avakirin. Di her meş û gava xwe de Kurdê ku mirî dihate pênasekirin, jinûve zindî kir. Di wê jina ku nedikarî baxive de jî, îradeyeke pir mezin da avakirin. Weke jinên ciwan em ê xwe çawa îfade bikin, em îradeyeke çawa ne, em ê çawa parastina xwe ya cewherî pêş bixin, yanî di vî warî de me hemûyan hebûna xwe di nava PKK’ê de dît. Ya ku di pêvajoya pêş de jî dikeve ser milê me, em ê hemû gavan ji bo azadiya civakê bavêjin. PKK’ê di giştî cîhanê de îdeolojiya xwe civakî kir. Mîrate û hafizeke pir mezin ji bo giştî jin û ciwanan da avakirin. Bi vê bîr û baweriyê em ê bimeşin û teqez em ê bi ser bikevin.

Em ê xwedî li mîrateya ku ji me re hatî hiştin, derbikevin. Em ê nûbûyînê di kesayeta xwe de ava bikin. Em ê bi vê kelecanê li her derê xwe rêxistin bikin. Ev yek ji bo me mijara herî esasî û girîng e. Bê guman bi fesixkirina PKK’ê re hemû tişt naqede, di encamê de mîrateyeke pir mezin ji me re daye avakirin. Ji bo pêvajoya li pêş me, ji bo giştî ciwanan jî em dikarin vê bêjin ku di xwe de nûbûyînê çêbikin, hîn bêhtir kar û xebat bimeşînin, hîn bêhtir xwe biwestînin, Rêbertî rast bixwînin û rast tevlî bibin, em bikarin hevrêtiyeke rast bi Rêbertî re pêk bînin ku em bibin layiqê hemû şehîdên xwe û Rêbertî. Encex bi vê yekê re em dikarin azadiyê bi dest bixin. Li ser vî esasî em dubare Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêbertî û hemû gelê xwe pîroz dikin, ji her kesê re serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sozdar Avesta: Dem dema civaka demokratîk, aştî û yekîtiyê ye
Nûçeya Pişt re Îsraîlê êrîş bir ser dibistanê: Herî kêm 20 kes mirin, 60 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê ÎHD’ê bang li hikumetê kir

Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku wê hesabê rojnamevanên hatin qetilkirin ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Guler: Mafê jiyanê yê mehkûman ji wan tê standin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê parêzer Ahmet Guler got, "Taloqnekirina cezayê mehkûmên ku nexweşî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Yekane astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e

Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” de ku di pêşengtiya malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?