Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-Star) di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya ku di 5-7’ê Gulanê de pêk hat, dest bi vekişîna ber bi Herêmên Parastina Medyayê kirin. Ji daxuyaniyê ku ji bo vekişînê hate dayîn re 8 jê jin, bi giştî 25 gerîla jî tevlî bûn. Piştî vê gavê dîrokî, hin ji Tirkîyê hin jî Kurdistanê ji aliyê gelek kesan ve bal hate kişandin ku êdî dora gav avêtinê Tirkiyeyê û ji bo ku pêvajo bi awayekî demokratîk pêş bikeve careke din bangewaziya zemîna qanûnî hate kirin. Piştî van daxuyaniyên ku ser aştiya civakî û siyaseta demokratîk bal diha kişandin, çav li aliyê dewletê ne. Şêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum jî bi daxuyaniya xwe ragihand ku piştî biryara vekişînê, ji bo gavên qanûnî amadekariyên pêwîst têne kirin.
Aktîvîst û sîyasetmedara Tevgera Jinên Azad (TJA), Sabahat Tuncel di derbarê pêvajoya ku di meha Cotmeha sala borî de dest pê kir û bi banga 27’ê Sibatê re berfirehtir bû de nirxandinan kir. Tuncel diyar kir ku daxuyaniyên dawî ji bo Tirkiyeyê nîşana destpêka demeke nû ne û destnîşan kir ku divê dewlet berpirsiyariyên xwe yên di derbarê pêvajoya aştiyê de zûtir pêk bîne. Sabahat Tuncel got ku Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna sîyaseta demokratîk nîşan daye û êdî top di destê dewletê de ye.
‘SERDEMEKE NÛ DEST PÊ KIR’
Sebahat Tuncel, meşa ku di navbera 1-7’ê Cotmehê de ber bi Enqereyê hate kirin bi bîr xist û got: “Ev meş hem ji bo azadiya Rêber Apo hem jî ji bo aşitî bi awayek hiqûqî misogerkirinê hatibû kirin. Ev meş, nîşan da ku aşitî ne tenê daxwazek e, di heman demê de bangekê ku nîşan dida aşitî mafek e. Me weke TJA dosyayên xwe pêşkêşî partiyên ku di meclîsê de komê wan hene kirin û ji bilî MHP’ê, me bi partiyên din re hevdîtin kirin. Em dibînin ku demeke nû dest pê kiriye.” Tuncel, daxuyaniya dawî weke gaveke dîrokî nirxand û ji bo pêşveçûna pêvajoyê wiha axivî: “Tevgera Azadiya Kurd berpirsiyariyeke nû girt ser xwe û ji bo pêşvebirina aşitiyê li Tirkiyeyê îradeyeke girîng nîşan da. Wekî ku berê di ‘merasîma şewitandina çekan’ de hate gotin, êdî şerê çekdarî yê li dijî Tirkiyeyê bi dawî bûye. Niha divê zemîna qanûnî û sîyasî ya ji bo sîyaseta demokratîk were amadekirin.”
‘QANÛNA DEMÊ YA VEGUHERÎNÊ MIFTEYA AŞITIYÊ YE’
Tuncel, pêşniyara “qanûna demê ya veguherînê” weke gaveke girîng ji bo şênberbûna aşitiyê nirxand û wiha got: “Divê ji bo rêxistineke ku xwe fesih dike qanûnên pêwîst werin çêkirin da ku ew bikaribe beşdarî sîyaseta demokratîk bibe. Misogerkirina mafên bingehîn ên weke azadiya raman, îfade, rêxistinbûn û sîyasetkirinê, ji bo ku pêvajoya aştiyê mayînde be şertê bingehîn e. Ev gav çiqas zûtir werin avêtin, Tirkiye ewqas zêdetir qezenc bike. Dirêjbûna pêvajoyê derfet dide provokasyonên dijberên aşitiyê. Dengê kesên ku ji şer û pevçûnan xwedî dibin, bi vî awayî zêdetir derdikeve. Ji ber vê yekê, divê gavên qanûnî û sîyasî bêyî derengî werin avêtin.”
‘JI BO AŞITIYA CIVAKÎ DIVÊ PIRÊN NÛ WERIN AVAKIRIN’
Sebahat Tuncel got ku aşitî tenê bi aktorên sîyasî ne, bi beşdarbûna hemû beşên civakê dikare pêk were. Sabahat Tuncel wiha axivî: “Ji sala 2015’an û vir ve, zimanê nefretê, polîtîkayên nîjadperest û zayendperest di navbera civakan de dîwaran çêkirin. Divê ev dîwar werin rakirin û di navbera gelan de pirên aşitiyê ji nû ve werin avakirin. Ji bo vê yekê, berpirsyarî dikeve ser milên rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û hemû kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne.”
‘LI HOLÊ PIRSGIRÊKEK BAWERIYÊ YA GIRÎNG HEYE’
Tuncel, destnîşan kir ku divê medya jî piştgirî bide vê pêvajoyê û wiha got: “Divê zimanekî ku aşitiyê cesaret bike û vê pêvajoyê xurt bike were bikaranîn. Zimanê sîyasetê jî divê biguhere, ji ber ku hê jî zimanekî aşitiyê bi temamî nehatiye avakirin. Divê têgehên weke ‘xwîşk û biraîtî’, ‘azadî’ û ‘demokrasî’ werin dagirtin û îradeyeke samîmî were nîşandan. Di civakê de pirsgirêka herî zêde tê gotin, pirsgirêka baweriyê ye. Tecrûbeyên berê di bîra mirovan de şopên kûr hiştine. Di pêvajoyên 2009 û 2013-2015’an de, dewlet gavên şênber neavêtin û ev yek di nav gel de bêbawerî çêkir. Di demên bêpevçûnî de ji bo aşitiyê înîsiyatîf nehatin girtin. Ji ber vê yekê, îro divê desthilat gavên ku baweriya civakê bi dest bixe û aşitiyê şênber bike, biavêje. Rewşa di girtîgehan de bile bi serê xwe bêbaweriyê kûrtir dike. Lê belê gel alîgirê aşitiyê ye. Gel çareseriya demokratîk û diyalogê dixwaze.”
‘DIVÊ EM NE LI BENDA DESTHILATÊ BIN; LÊ ZORÊ BIDIN’
Sabahat Tuncel diyar kir ku Tevgera Sîyasî ya Kurd di mesela aşitiyê de bibiryar e, lê ev pêvajo nikare yekalî bimeşe. Sabahat Tuncel wiha got: “Ji ber ku desthilat gav neavêje em nikarin bisekînin. Erka me ew e ku em civakê li dora aşitiyê rêxistin bikin û desthilatê neçar bikin ku di vê meselê de gavan biavêje. Berpirsiyariyên pêşvebirina pêvajoya ku Birêz Ocalan da dastpêkirin û bi aşitiyê bi encam bibe hene. Yanî di vê meselê de 7 roj 24 saetan xebat hewce ye. Em ne li bende nemînin, divê em sîyaseteke ku civakê li dora aşitiyê rêxistin bike û desthilatê neçarî gavavêtinê bike, bimeşînin. Ev erka me ya bingehîn e, lê divê desthilat jî li hemberî vê hin gavan biavêje. Divê desthilat bi kiryarên şênber ên ku baweriyê bidin civakê ve bimeşe. Vegera kesên di sirgûnê de, azadkirina sîyasetmedarên di girtîgehan de, vekirina riya sîyaseta demokratîk dê vê pêvajoyê xurt bike.”
‘PÊŞEROJA WELAT JI AŞITÎ Û AZADIYÊ DERBAS DIBE’
Sebahat Tuncel, vê deme ji bo gelên Tirkiyê û Kurdistanê weke fersendeke dîrokî nirxand û got: “Ev pêvajoyeke veguherînê ye. Eger ev qonax bi rêkûpêk were birêvebirin, têkoşîna demokrasî û azadiyê dê li ser zemîneke hê xurtir bimeşe. Divê komîsyona meclîsê di vê meselê de helwesteke biryardartir nîşan bide û AKP jî gavên şênber ên ku baweriyê bidin civakê zûtir biavêje. Aşitî ne tenê pêşeroja ya gelê Kurd e, pêşeroja hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê ye. Di civakê de daxwaza aşitiyê pir xurt e. Erka me ew e ku em vê daxwazê mezintir bikin, bi hêvî û cesaret aşitiyê ava bikin. Ji ber ku pêşeroja vî welatî di aşitî, demokrasî û azadiyê re derbas dibe.”

