Pêncşem, 11 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Planên Enqereyê li Bendava Şehîdan, Tişrînê têk çûn
Rojava

Planên Enqereyê li Bendava Şehîdan, Tişrînê têk çûn

Berxwedana Bendava Şehîdan coş û kelecaneke bê sînor da tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi taybet jî hunermend, nivîskar û rewşenbîran gelek stran, beste û helbest li ser berxwedana gel nivîsandin û gotin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Bendava Tişrînê bû kelha berxwedanê ya dîrokî ku armanca Enqereyê ya têkbirina Rojava, pûç kir. Li gel êrîşên esmanî û bejayî jî berxwedana Tişrînê rê neda û veguherî kelha berxwedana gel. Çalakiya nobedê ya ku gelên Kurd, Ereb, Asûr, Ermen û Tirkmen li dijî êrîşan dabûn destpêkirin, di roja 118’an de bi serkeftinê tacîdar bû.

DÎROKEKÎ TÊR Û TIJÎ BERXWEDAN

Piştî ketina hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin; bi taybet bajarê Minbicê û Kantona Firatê kirin armanca êrîşên xwe. Di 8’ê Kanûna 2024’an de dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Minbicê dagir kirin. Dagirkeran piştre jî bi tank, top, balafirên şer ên bêmirov, obîs, mûşek û hawanan berê êrîşên xwe dan Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê. Ji bo aştiyeke domdar û azadiyeke ku her kes cihê xwe di navde bibîne, bi hezaran ji gelê Rojava li Bendava Tişrînê cih girtin û gelê Bakurê Kurdistanê jî li ser sînorên Bakurê Kurdistanê piştgiriya gelê Rojava kirin. Berxwedaneke piralî ye ku gelê Kurd dida meşandin, piştgiriyeke piralî ji gel û şervanan re hat kirin. Bi têgihiştina berpirsiyartiyên demê, gel bi keç, xort, kal û pîrên xwe berê xwe dane Bendava Şehîdan. Bi têgihiştina ku ev dê bibe xeleka dawî ji xelekên ber bi serkeftinê ve, her kes kete nava liv û tevgerê. Dayikan dema ku berê xwe didane bendavê, ev yek mîna erkekî dîrokî û wijdanî didîtin û di kêliyên herî zor de jî li gel şervanên xwe bûn û di şerê hebûnê de cihê xwe girtin. Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de gelekî girîng in. Pira Qereqozaxê li ser rêya M4 a navdewletî ku herdu aliyên çemê Firatê bi hevre girê dide dikeve û ji bo bazirganiya herêmê jî girîng e. Bendava Tişrînê jî pêdiviya piraniya kehrebê ya Kantona Firatê û Minbic, beşek Heleb û hinek deverên Tebqayê û Cizîrê pêk tîne. Dîsa ji bo çandiniyê jî çavkaniyek sereke ye. Ji bilî van taybetmendiyan herdu dever ji bo ewlekariya herêmê di asta stratejîk de ne. Li gorî pisporan, hêzên ku li van deran serwer bibin, wê karibin tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kontrol bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî, dema HTŞ’ê berê xwe da Şamê, bi van hesaban xwest Tişrîn û Qereqozax dagir bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rayedarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe ev yek eşkere dikirin.

ÇI LI BENDAVA ŞEHÎDAN QEWIMÎ?

Di wan 118 rojan de çi qewimî? Werin em bi hev re bi bîr bînin… Bi ruxandina rejîma Baas re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Bi taybet Minbic û Kantona Firatê bûn armanca sereke ya van êrîşan. Di 8’ê Kanûna 2024’an de Minbic ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Piştî van êrîşan Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê bi tank, obus, balafirên şer, balafirên bêmirov, fuze û hawanan hatin armancgirtin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li navenda bajarê Minbicê û gundewarên wê li dijî sivîlan komkujî pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker ku bi van êrîşan xwest yekîtiya gelên ku bi salan e bi hev re jiyan dikin têk bibe, piştre êrîşên xwe yên li ser gundên Tişrîn, Qereqozaq, Sirîn û Kobanê berfireh kirin. Di navbera 5 û 10’ê Kanûna 2024’an de li Minbicê û derdora wê 19 hemwelatî şehîd ketin û 4 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ne fermî, hejmara kuştiyan zêdetir bû. Di navbera 8’ê Kanûna 2024’an û 9’ê Sibata 2025’an de li bejahiya Eyn Îsayê 24 sivîl hatin qetilkirin. Li bejahiya Kobanê û bajarê Sirînê, di encamê de 33 welatiyên ku di nav wan de rojnamevan, zarok û jin, kal û pîr hebûn jiyana xwe ji dest dan û 12 welatî jî birîndar bûn.

BERXWEDANA BÊHEMPA YA GEL Û ŞERVANÊN AZADIYÊ YA 118 ROJAN

Dema gel êrîşên dagirkeriyê dîtin, di çaxekî de ku êrîş dijwar bûn û ti alî bawer nedikir ku vîna gel di nava Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi vî qasî deng vede, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Êzidî 8’ê Çileyê li Bendava Tişrînê hatin cem hev û li wir bi navê “Berxwedana Bendava Şehîdan” destanên lehengiyê xêz kirin. Çalakvanan li gel sermaya zivistanê, di 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, 15’ê Adarê, Newrozê û cejna Remezanê li ser bendavê pêşwazî kirin.  Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xwedî li destkeftiyên Şoreşa Rojava derket û li dijî van êrîşên hovane piştgirîdana şervanên azadiyê li ber xwe didin û bê didulî berê xwe dan bendava Şehîdan. Xwedî derketina gel a li şervan û destkeftiyên Şoreşê mirov dikare di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de binirxîne. Gel jî xwe ji vî şerî cuda nabîne û dizane ev şer wê qedera wan û herêmê diyar bike. Lewma tevî hemû êrîşan bi îradeyek xurt kom bi kom berê xwe dan Bendava Şehîdan. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca çavê gel bitirsîne, îradeya wan têk bibe, di warê piskolojîk de bandorê li ser şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çêke bi zanebûn û plankirî êrîşî xelkê sivîl kir. Çapemeniya Azad gelek caran dîmenên van êrîşên hovane bi raya giştî re parve kir û rûyê reş ê dewleta Tirk a dagirker aşkere kir. Di dîmenan de pir aşkere tê dîtin ku dewleta Tirk sûcê şer dike. Ev êrîşên li dijî xelkê sivîl bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Lê dewleta Tirk van peymanan û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ev li gorî Peymana Cenewreyê û qeydên hiqûqa navneteweyî divê dewleta Tirk ji ber van sûcên xwe yên şer di qada navneteweyî de bê darizandin. Lê, ji ber ku berjewendiyên hêzên navneteweyî ketiye pêşiya hiqûqa gerdûnî îro ev sûcên tên kirin jî bê ceza dimînin. Ji 8’ê Çileyê heta 5’ê Gulanê ji Kantona Firatê 8, ji Kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 7 û ji Kantona Cizîrê jî 19 komên cuda tevlî çalakiya nobedariya bendavê bûne. Gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û saziyên xwe ve, tevlî berxwedana bêhempa ya 118 rojan bûn. Çalakiya nobetê di 8’ê Çile de dest pê kir. Gelên ku êrîşên dagirkeriyê ji nêz ve dişopandin, di 8’ê Çile de, di demeke ku êrîşên herî dijwar bûn û kes li bendê nebû ku vîna gel di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ewqas xurt derkeve holê, bi pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û Êzidî li bendava Şehîdan hatin cem hev û destana vîn û berxwedanê nivîsandin. Ji 8’ê Tîrmehê heta 5’ê Gulanê ji Kantona Firatê 8, ji Kantonên Tebqa, Reqa, Dêrezorê 7 û ji Kantona Cizîrê 19 komên cuda beşdarî nobeta berxwedanê ya li bendavê bûn.

HEJMARA ŞEHÎD Û BIRÎNDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ

Di berxwedana ku 118 rojan de 331 şervanên QSD û YPJ’ê û di encama êrîşên esmanî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker û 30 welatiyên ku di nava wan de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend jî hebûn şehîd bûn û 240 welatî jî birîndar bûn. Rojnamevan Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj (Şervan Sîdo,) Şanoger Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm,) Rêhener Kefo Osman, Endamên Meclisa PYD’ê Menîce Heyder û Mihyedîn Omer û Mizefer Mihemed, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulqadir Îbrahîm, Endamên HPC’ê Hezna Ebdê û Mihemed Şefîq Ismaîl, Hêza Mistefa û hevjînê wê Edhem Mistefa Elî, Osman Îbrahîm, xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Mihemed, Endamên Desteya Tenduristî Lînda Şelebî û Osman Îbrahîm, Endama TEV-ÇAND a Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed, Silêman Azad, Ferhan Şêx Hesen, Zozan Fêsel Hemo, Elî Şaşo Ebas, Emar Derwêş Hesen, Kurdo Necdet Bozo, Mihemmed Xelîl Hemo, Mihemed Mehmûd Şefîq Ismaîl, Mihyedîn Hesan Emar, Mistefa Mehmûd Cimo, Mizafer Mihemed Remedan.

HEWLDANÊN BÊDENGKIRINA RAGIHANDINA RASTIYAN

Di encama êrîşên esmanî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel de, di Berxwedana Serdemê ya Tişrînê de 26 welatiyên ku di nav de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber û hunermend jî hene şehîd bûn û herî kêm 240 kes jî birîndar bûn. Rojnamegerên ku êrîş û geşedanên li herêmê dişopandin bi şervanên li eniyên şer re hewl dan rastiyê ragihînin. Di vê pêvajoyê de di 19’ê Kanûna 2024’an de nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan li ser rêya Bendava Tişrîn û Sirrînê di encama êrîşa esmanî ya dewleta dagirker de şehîd bûn. Rojnameger Egîd Roj jî di 15’ê Sibatê de dema ku li bendava Tişrînê berxwedana gel dişopand û hewl da ku rastiyan bigihîne cîhanê, di encama bombebaranên balafirên artêşa Tirk a dagirker de şehîd ket. Her wiha di Berxwedana Serdemê ya Bendava Şehîdan de bi dehan rojnameger jî birîndar bûn.

BERXWEDANA DÎROKÎ YA 118 ROJAN BI SER KET

Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hundir û derveyê Sûriyê ji bo helwestgirtina li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rawestandina êrîşan gelek peywendî danîn. Di encama van xebatan de di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Şamê Ehmed El Şara de peymanek ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Di xalan de nûnertiya wekhev a bawerî û nasnameyên niştimanî yên gelê Sûriyê, dabînkirina xizmetguzariyên ewlekarî û giştî, vegera bi ewle ya koçberan, rawestana li hember axaftinên nijadperestiyê û helwestên ku dê nakokiyan derxînin û misogerkirina agirbestê li seranserê welat. Di encama nobeta gel û berxwedana dîrokî ya şervanan de êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê hatin rawestandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 5’ê Gulanê de û piştî berxwedaneke bêhempa û serkeftî bi daxuyaniyekê dawiya nobeta li bendava Şehîdan ji raya giştî re ragihand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev pêvajo bi ser ketiye û hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî her cure êrîş û gefan wê bidome.

BI GELEK STRAN Û AWAZAN BERXWEDANA BENDAVA ŞEHÎDAN HATE VEGOTIN

Hêjayî gotinê ye ku Berxwedana Bendava Şehîdan coş û kelecaneke bê sînor da tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jî hunermend, nivîskar û rewşenbîran gelek stran, beste û helbest li ser berxwedana gel nivîsandin û gotin. Klîba bi navê “Bendava Me Ye” ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye amadekirin û bi derfetên kêm li bendavê hatiye kişandin, yek ji van stranan bû. Di klîbê de kêliyên taybet ên di nobeta berxwedanê de hatin kişandin. Her wiha klîbên berhemên “Guje Çemê Me”, “Bendava Berxwedanê”, “Li Binxetê” û “Bendava Lehengan” yên Hunergeha Welat û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) li bendavê hatin kişandin û kêliyên pir germ û bi wate hatin jiyan kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kongoya Demokratîk ji ber karesata lehiyê 104 kes mirin
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Starta çalakiyên 8’ê Adarê yên Başûr li cihê Zelal Zagros lê şehîd bû hat dayîn

Jinên Başûr li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Zelal Zagros lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nîsana 2025’an bû duyemîn Nîsana herî germ

Saziya çavdêriya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicusê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê bi çar pêlan fuze avêt Îsraîlê, teqînên mezin rû dan

Piştî êrîşên Îsraîlê yên ji nîvê şevê heta serê sibehê, Îranê bi çar pêlan nêzî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya YPJ’ê konserek hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê dest bi wergirtina genim hatiye kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma 8’an a malbatên ji cihê xwe hatine kirin, gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?