Duşem, 8 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî şerha muxalefetê danî ser budçeya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Meclîsê: Ev projekeye dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Çepgirên Tirk bi heman jiberkirinan dewam dike, xwe nû nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Unsal: Ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin
Jin

Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin

Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla ji bo bîranîna Fermandar Bêrîtan bi coş hate pîrozkirin; Fermandara Konseya Leşkerî ya YJA Starê Peyman Amed got, sekna Bêrîtan artêşbûyina jin ava kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di sala 1992’yan de Berîtan Gulnaz Karataş li hember xeta hevkar ê zilamê serdest û li hember hêzên noker xwe ji zinaran avêt. Ev sekna Berîtan ji bo artêşbûyina jin bû despêkekî û 33 sal in gerîlayên jin li ser xeta Berîtan şer û tekoşîn dikin. Îsal jî gerîlayên jin bi boneya hatina salvegera şehadeta Bêrîtan li qadên xwe merasîm pêk anîn û ev roj bi şahiyan pîroz kirin. Di merasîmê de ji konseya fermandariya leşkerî ya YJA Star Peyman Amed axivî û peyamên girîng da.

 

Axaftina Fermandara Konseya Leşkerî Ya Peyman Amed wiha ye:

“Îro salvegera şehadeta fermandara mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Em di şexsê fermandar Bêrîtan de hemû şehîdên Kurdistanê, hemû şehîdên artêşbûyîna jinê pîroz dikin. Dîsa em bejna xwe di şexsê heval Bêrîtan, fermandara mezin de li hember hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Dîsa îro 33. salvegera damezrandina artêşbûyîna jinê ye. Em salvegera artêşbûyîna jin di serî de li mîmarê vê rojê, mîmarê artêş û Hereketa Jinê li Rêber Apo pîroz dikin. Dîsa hemû şehîdên jin û hemû şehîdên Hereketa Kurdistanê pîroz dikin. Jinên di çeperan de têkoşînê dikin, jinên şoreşger, li jinên Kurd, li hemû dayîkan em pîroz dikin. Heval Bêrîtan wek kesayet û wek fermandar bû sembola fermandariya jin û bû sembola jina şoreşger û Apoyî. Di kesayeta xwe de bû mînaka fermandariya hemdemî. Di çeperên şer de berî 33 salan têkoşîneke bêhempa li hember xayîntiyê, li hember dagirkirina Kurdistanê şerekî, têkoşînekî di asta qehremantiyê de da. Bi çalakiya xwe bû sembola xeta azadiya jin. Bû sembola sekna jina Kurd a tu carî çi dibe bila bibe teslîm nabe. Heval Bêrîtan wekî fermandara artêşa jin a destpêkê, yekemin pêşenga jina Kurd bû û ji bo hemû jinên cîhanê jî bû mînak. Rêber Apo di kesayeta heval Bêrîtan de pêngava artêşbûyîna jinê 33 sal berê îlan kir. Rêbertî bi vî rengî bersiva têkoşîna heval Bêrîtan da. Artêşa jin 33 salan li hember dagirkeriya zilamên desthilatdar, artêşên desthilatdar li ser xeta azadiya jin têkoşînekî bêhempa da. Di pêşengtiya heval Bêrîtan de, di pîvan û sekna heval Bêrîtan de 33 sal li hember hemû cûreyên şer têkoşînekî pir mezin jina Kurd nîşan da. Pêngava atrêşbûyîna jin di cîhanê de, dîsa di têkoşîna azadiya jin ya cîhanê de weke mînakeke yekemin û mînakeke destpêkê bû. Ji bo vê ji bo hemû jinên cîhanê ne tenê ji bo jinên Kurd artêşa jin weke hêza parastinê bû îlham, bû bawerî. Ji bo hemû jinan cesaret da, hêz da, îrade ava kir. Di dîroka jinên cîhanê de jî mîrasa 33 salan cihekî xwe yê pir mezin, bi rûmet û bi qehremanî girtiye. Dîsa artêşbûyîna jin li hember artêşên bi zîhniyeta baviksalar a desthilatdarî hatine avakirin li hember van artêşan jî, ev saziyên desthilatdarî bû rexneyekî, bû bersivekî. Bi zîhniyeteke azad, bi rengê jin, jina Kurd artêş ava kir.

Îro jî weke YJA-Star berdewamiya artêşa jin û berdewamiya vê dîroka bîrûmet, em weke hêza YJA-Star îro jî li ser xeta fermandara mezin Bêrîtan têkoşîna xwe berdewam dikin. Artêşa jinan îro jî ji bo hemû jinan wek hêzeke parastinê ye. Û ev rol û mîsyona xwe wê berdewam bike. Heta azadiya jinan, azadiya gelan, azadiya gelê Kurd wê jin têkoşîna xwe bidomînin. Bi pêşketina desthilatdariya li ser jin a yekemin jin parastina xwe winda kir. Di şexsê jin de civak parastina xwe winda kir. Ji bo vê di qadê şer de jî, di qada artêşbûyînê de jî jin piştî hezar salan şûn de bi hêza xwe ya cewherî, bi rengê xwe, bi cewhera xwe saziyên xwe yên parastinê ava kirin. Li ser vê esasê îro jî em rola xwe ya parastinê, ya artêşê em ê berdewam bikin.

Pir fermandarên mezin pir fedaiyên mezin di vî deh salî de derketin. Bi tarzê gerîlatiya profesyonel a YJA-Star ev êrişên desthilatdariyê vala hatin derxistin. Hêzên YJA-Star bi tarzekî profesyonel di asta fermandariya taktîk de jî ev deh salên dawî rola xwe dîsa bi şeklekî pir xurt lîst.

 

Wê ev têkoşîna me ji vir û şûnde jî berdewam bike. Em xwe dispêrin dîroka xwe, tecrûbeyên xwe yên 33 salan û ji vir û şûnde jî erkê bikeve ser mile me bêguman wekî YJA-Star em ê pêk bînin. Ji bo ev pêvajo biser bikeve çi bikeve ser milê me em ê bikin. Lê em ê parastina xwe jî berdewam bikin. Em ê parastina jinan, Rêbertî, gelan, dayîkan ji vir û şûnde jî dewam bikin. Bila dost û dijmin baş bizane! Ji bo azadiya Rêbertî ji bo serkeftina têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinan em amade ne her fedakariyê, her erkê bigrin ser milê xwe. Em ê li ser vê esasê vê pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi têkoşîna xwe berdewam bikin. Di şexsê şehîdên artêşa jin de û di şexsê heval Bêrîtan de em car din bejna xwe li hember wan ditewînin. Em car din roja damezrandina artêşbûyîna jin li Rêber Apo, li hemû şehîdan, li hemû jinan û hevalên amade pîroz dikin û em dibêjin; Bijî Rêber Apo! Jin Jiyan Azadî!”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sîstema ku gotin, raye û biryar di destê civakê de ye: Demokrasiya Muzakereyi
Nûçeya Pişt re PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Tirk a dagirker Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir. Di encama hedefgirtina…

Ji aliyê Stêrk TV

Wêneyê talana ekolojîk a 22 salan a desthilatdariya AKP’ê -1

Di desthilatdariya 22 salan a AKP'ê de bi guhertinên qanûnî re xwezaya Tirkiye û Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdevka DEM Partiyê: Divê tecrîda tavilê bê rakirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?