Li gorî çavkaniyên ku Independent Arabiya cih da wan, Îsraîl û Sûriye wê di demeke nêz de li hev bikin.
Hate îdîakirin ku peymana ewlekariyê wê bi navbeynkariya DYE’yê di 25’ê Îlonê de bê îmzekirin.
Heman çavkaniyan ragihandin ku beriya vê peymanê wê Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şera 24’ê Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê biaxive.
Bi danûstandinên Hezîrana 2025’an destpê kirin re tê xwestin, rageşiya navbera herdu welatan ku demeke dirêj e dewam dike, bê kêmkirin.
Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar kirin ku pêvajoya hîn ‘di asta gelekî zû’ de ye, hîn li ser metneke lihevkirinê ya şênber mutabaqat pêk nehatiye.
Li gel vê yekê ji bo kêmkirina rageşiya navbera Sûriye û ÎsraîLê ya li başûrê Sûriyeyê, bi navbeynkariya DYE’yê danûstandin dewam dikin. Hevdîtinên tûra destpêkê dawiya meha Tîrmehê li Parîsê pêk hatibûn, lê belê lihevkirineke şênber nehatibû kirin.
Rojên dawî sînyalên dîplomatîk zêde bûn. Ji destpêkirina şer û vir ve yekemcar wezîrekî Îsraîlî yê payebilind bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî re hevdîtin kir. Li Parîsê Wezîrê Karên Stratejîk ên Îsraîlê Ron Dermer bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Essad El Şeybanî re li ser sererastkirina ewlekariyê li başûrê Sûriyeyê rûnişt.
Li gorî i24NEWS a Îsraîlê, rayedarekî Sûriyeyî diyar kir ku ev hevdîtin ji bo Îsraîl û Sûriyeyê ji krîza Siwêdayê derxînin, hatiye kirin.
Eger ev mutabaqat şênber bibe, wê di têkiliyên navbera herdu welatan de bibe gaveke girîng.