Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e
Rojane

Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e

Mithat Sancarê ji Partiya DEMê diyar kir ku di pêkanîna lihevkirina "krîtîk" a navbera QSD û Şamê de, Rêber Apo li ser bingeha diyalog û muzakereyê roleke girîng lîstiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mithat Sancar, li Stenbolê di dema “Konferansa Aştî û Demokrasiya Civakî” ya Partiya Gel a Komarê (CHP) de ji çapemeniyê re axivî.

Sancar bal kişand ser lihevkirina navbera QSD û rêveberiya Şamê û destnîşan kir ku mayindekirina agirbestê, ji bo derbasbûna ji şer ber bi diyalogê ve qonaxeke girîng e.

Sancar got: “Derxistina agirbestê ji rewşa demkî û veguherandina wê bo peymanekê girîng e. Lihevkirinên bi vî rengî bi lihevkirinê pêk tên. Lihevkirin jî bi tawîzên dualî yên aliyan pêkan e; rewşa ku daxwazên aliyekî tenê lê tên ferzkirin, jê re nabêjin lihevkirin.”

YEK JI AKTORÊN BINGEHÎN OCALAN E

Sancar di vê lihevkirinê de bi taybetî bal kişand ser rola Rêber Apo û wiha got: “Di xala ku Sûriye gihîştiye de, lihevkirinek heye ku nahêle şer kûrtir bibe û di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan roleke cidî lîst. Ji bo ku bi rêya diyalog û muzakereyê rêyek were dîtin, hewildaneke mezin nîşan da.”

Sancar diyar kir ku hêza çareseriyê û keda pratîk a Rêber Apo tê zanîn û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de Ocalan aktorekî pir girîng, heta yek ji aktorên bingehîn e. Di çareseriya li Sûriyeyê de keda wî di asteke herî bilind de girîng e.

TÊGEHÊN SERKEFTIN Û TÊKÇÛNÊ BI SERÊ XWE ŞAŞ IN

Sancar anî ziman ku di pirsgirêkên ku birînên giran vekirine de têgehên serkeftin û têkçûnê bi serê xwe şaş in. Sancar destnîşan kir ku dibe ku aliyên cuda teksta derketî holê kêm an jî zêde bibînin, lê tevî vê yekê jî bingeha herî kêm ji bo derbasbûna ji şer ber bi muzakereyê ve bi qîmet e.

Sancar wiha axivî: “Nirxandina vê tekstê bi zimanê ‘kî qezenc kir, kî winda kir’ feydeyê nade kesî. Di pirsgirêkên wiha yên ku birînên kûr vekirine de, têgehên serkeftin û têkçûnê bi serê xwe şaş in. Divê girîngiya pêvajoyê wekî ‘derbasbûna ji çekan ber bi axaftinê, ji çeperan ber bi maseyê’ were pênasekirin û bi cidiyetekê were girtin. Pêvajoya piştî vê, wê bi mafên Kurdan, ewlehiya gelên din û avakirina hawirdoreke ewle ya mayinde li Sûriyeyê şêwaz bigire. Ev tenê bi axaftin û muzakereyê pêkan e.”

ZIMANÊ NEFRETÊ YÊ MEDYA Û AKTORÊN SIYASÎ

Sancar bal kişand ser wan nirxandinên ku dibêjin daxuyaniyên siyasî yên li Tirkiyeyê di nava Kurdan de dibin sedema şikandina baweriyê û bertek nîşan da ku zimanê şer û gotinên nefretê dibin sedema birîndarkirinê. Sancar diyar kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke taybet a medya û aktorên siyasî heye.

Sancar li ser pirsa derbarê serdanên Îmraliyê de jî bersiv da û got ku ev serdan bi navînî mehê carekê tên kirin û di dema pêwîstiyê de dikarin zêdetir bibin.

Lê belê Sancar anî ziman ku ji bo hefteya pêş serdaneke plankirî nîn e û diyar kir ku mijara hevdîtina bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re jî di rojeva wan de ye, lê hîn daxwazeke fermî ya randevûyê nehatiye kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya KNK’ê serdana Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê kir
Nûçeya Pişt re Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. KCK’ê banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindistanê di mîtîngê de mirovan pê li hev kirin: 36 mirî

Li eyaleta Tamil Nadu ya li başûrê Hindistanê, di mîtînga siyasetmedar û aktorê navdar Vijay…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Veguherîna demokratîk û avakirina civakî wê bibe bersiva herî bi wate a li dijî komployê’

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Nûrettîn Demîrtaş ragihand ku bersiva herî bi wate ya li komploya navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?