Şandeya Swîsreyê ya ji 13 kesan pêk dihat ku di nav wan de siyasetmedar, nivîskar, hunermend û parêzvanên mafên mirovan hebûn, di 30’ê Çileyê de ji bo lêkolînkirina êrîşên çeteyên girêdayî rejîma Şamê yên li ser Rojava çûbûn herêmê, vegeriyan welatê xwe. Berdevka şandeyê, endama Meclîsa Mezin a Basel-Stadtê ji Partiya BastA’yê Franziska Stier û Cîgirê Serokê JUSO (Ciwanên Sosyalîst) ku rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) ye Julien Berthod, çavdêriyên xwe ji ajansa me re nirxandin.
‘ROJAVA HEMÛ KURD KIRINE YEK’
Berdevka şandeyê Franziska Stier diyar kir ku ew ji Swîsreyê bi rêya hewayî çûne Hewlêrê û wiha got: “Balafira me li Hewlêrê danî. Heya em derbasî Rojava bûn em di çend xalên kontrolê re derbas bûn lê em bêpirsgirêk gihîştin Rojava. Niha hemû Kurdistan di nav yekitiyeke de ye; ji ber wê çûyîna me hêsantir bû. Ji ber ku li cem her kesî hesasiyeteke derbarê Rojava de hebû, hêsanî ji bo me çêkirin.”
Franziska Stier anî ziman ku dema derbasî Rojava bûn, nêzîkatiya Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn a ku ew pêşwazî kirine, bandoreke mezin li wan kiriye: “Dema em hatin ser xeta sînor, berpirsiyar Rohilat Efrîn em pêşwazî kirin. Bi rastî wekî şande em bi fikar bûn. Lewre me nedizanî em ê bi çi re rû bi rû bimînin. Rohilat Efrîn em bi germ pêşwazî kirin ku hemû tirsên me bi dawî bûn. Ez li vir careke din ji bo vê pêşwaziya germ spasiya wê dikim.”
Franziska Stier da zanîn ku piştî derbasî Rojava bûn herî zêde li Qamişloyê mane û diyar kir ku bi roj qedexeya derketina derve hebû, lê bi şev her kes bi taybetî ciwan li kolanan bûn:
“Roja ku em çûn, bi roj qedexeya derketina derve hebû lê bi şev her kes, bi taybetî ciwan li kolanan bûn. Mirovan li cem hev sohbet dikirin, stran digotin û govend digerandin. Mirovan dixwest azad bin. Tu kesî rêveberiya HTŞ’ê nedihişt. Ez dikarim bibêjim ku li Rojava têkoşînek û berxwedanek heye.”
Franziska Stier bal kişand ser wê yekê ku armanca nobetên şevê parastina li dijî şaneyên razayî yên li bajaran e û got: “Li dijî şaneyên razayî ev nobet hewce ne. Ji ber ku divê civak li dijî êrîşan bê parastin.”
‘DI ŞERÊ DIJÎ DAIŞ’Ê DE BEDELA HERÎ MEZIN KURDAN DA’
Franziska Stier wiha dewam kir: “Mirovan tiştên ku jiyane bi me re parve kirin. Hevdîtina me ya bi rêveberên Kongra-Star re jî ji bo me gelek girîng bû. Jinan careke din ji me re gotin ku kapîtalîzm û ev rewşa li qadê, jiyana wan bi awayekî neyênî zehmet kiriye. Wan xwest ku em vê peyamê bi rêya xwe bigihînin Ewropayê: Bi eşkere diyar kirin ku ew ê tu carî serê xwe li ber kapîtalîzmê netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
Li hemû saziyên ku em çûnê, xala ku her kesî anî ziman ev bû: Me di sala 2015’an de bi Hevpeymaniya Navnetewî re DAIŞ têk bir. Niha dewlet bi Ehmed Şara re ne û ji ber vê yekê gel xwe tenê hîs kir. Lê belê diyar kirin ku li seranserê cîhanê mirovên di nav piştevaniyê de jî hene û ev mirov û gel li cem gelê Kurd in. Belê, bi têkoşîneke hevpar şerek li dijî DAIŞ’ê hat meşandin, lê bedela herî mezin a vê yekê gelê Kurd da.”
‘JI KOBANÊ AGAHIYÊN SAXLEM NAYÊN GIRTIN’
Franziska Stier diyar kir ku Kobanê ya ku bi berxwedana xwe ya sala 2014’an li hemû cîhanê tê naskirin, ji ber dorpêçê agahiyên saxlem jê nayên girtin û wiha dewam kir: “Em li wir bûn şahidê berxwedanekê. Me dikaribû li her derê berxwedanê bibînin. Lê belê tenê li Kobanê ji ber qutbûna înternetê agahî nayên girtin. Ez nikarim ji bo Kobanê tiştekî zelal bibêjim, lê ji bo herêmên din ên Rojava dikarim ragihînim ku mirov berxwedanê dibînin û dibêjin ku ev ji bo wan çirûskek hêviyê ye.
Ji bo Kobanê divê hemû hêzên navnetewî bikevin tevgerê û vekirina korîdoreke mirovî ji bo Kobanê ferz e; divê ev korîdor demildest bê vekirin.”
Franziska Stier anî ziman ku wekî şande li kolanan rastî gelek malbatên koçber hatine û got: “Em rastî gelek koçberên Efrînî hatin. Helbet pêşîniya yekem, hewcedariya bi malzemeyên alîkariyê yên lezgîn e ku mirov jiyana xwe bidomînin. Divê em hemû daxwaz û daxwazên mirovên li wir bînin ziman. Divê alîkariya mirovî bê kirin. Ji bo vê jî pêşî divê êrîş bên rawestandin. Careke din feyde heye ku em bibêjin: Ji bo Kobanê jî divê korîdoreke mirovî ya lezgîn bê vekirin.”
Stier destnîşan kir ku di hevdîtinên bi mirovan re daxwaza herî zêde hatiye ziman, vegera li ser axa xwe ye û wiha got: “Divê vegera mirovên ku ji cih û warên xwe bûne, bê mîsogerkirin. Em nikarin vê yekê tenê ji rêveberiya Rojava bendewar bin. Divê welatên ku li Rojhilata Navîn xwedî gotin in jî ji bo vê zextê bikin. Ev xaleke girîng e. Ji xeynî vê, saziyên çapemeniyê yên li welatên din jî hewl didin vî şerê li dijî gelê wir wekî rewşeke mafdar nîşan bidin. Divê ev rewş di asta herî bilind de bê protestokirin.”
‘ÇALAKÎ MORALÊ DIDIN BERXWEDANÊ’
Franziska Stier diyar kir ku wan çavdêrî kiriye ku çalakiyên li seranserê cîhanê yên ji bo piştevaniya bi Rojava re, bandoreke erênî û cidî li ser gelê Rojava kiriye. Stier bal kişand ser wê yekê ku heta rewşa li Rojava zelal bibe divê çalakî berdewam bikin û destnîşan kir ku metirsî hîn jî didome.
Franziska Stier wiha dewam kir: “Divê em banga çalakiya giştî ya rêveberiya Rojava li Ewropayê jî ji xwe re bikin bingeh. Divê em têkoşînê bimeşînin da ku siyaseta li welatên ku em lê dijîn di vê derbarê de gavan baveje. Dema me li Qamişloyê hevdîtin dikirin, pir kesan got ku bi taybetî çalakiyên li Kurdistanê û çalakiyên li Ewropayê bandorên cidî û erênî li ser Rojava kirine. Ev girîng e.
Welatên ku berê bi Rojava re bûn, niha bi HTŞ’ê re ne. Û HTŞ an jî mekanîzmaya dewletê ya demkî, agirbest an jî peymanan her tim binpê dike. Em di demeke wiha re derbas dibin. Divê em mafê jiyanê yê mirovên li Rojava mîsoger bikin. Ji bo vê jî berdewamkirina çalakiyên li Ewropayê girîng e.”
‘DIVÊ CIVAKA EWROPAYÊ BIRYARÊ BIDE’
Franziska Stier bal kişand ser wê yekê ku gihandina alîkariya mirovî ji bo Rojava û vekirina korîdoreke mirovî ya lezgîn ji bo Kobanê mecbûrî ye û diyar kir ku divê civaka Ewropayê jî derbarê Sûriyeyê de biryarekê bide: “Di serî de helbet divê alîkariyên lezgîn bigihêjin mirovên li wir. Xala duyemîn jî avêtina gavên lezgîn e ji bo baştirkirina rewşa mirovên ku koçî wir kirine. Divê mercên ku mirov karibin vegerin malên xwe bên afirandin. Hebûna pêkhateyên cîhadîst li wir hêmaneke zextê ye. Mirov neçar dimînin ku xwe biparêzin; ji derveyî jiyana asayî, di pozîsyona parastin û berxwedanê de ne.
Çi Ewropa çi jî rayagiştî ya cîhanê divê derbarê Sûriyeyê de biryarekê bide. Di şerê li wir de wê li kêleka kê bin? Gelo Sûriyeyeke ku hemû nasnameyên cihêreng bi hev re lê dijîn dixwazin, yan wê pêkhateyeke cîhadîst a paşverû ji xwe re bikin bingeh? Di demeke nêz de eger ev pêkhateyên cîhadîst ên li Sûriyeyê bi hêz bûne li Ewropa û cîhanê çalakiyan bikin, wê hesabê vê çawa bê dayîn? Îhtîmaleke mezin e ku yên ji Ewropayê çûne nav DAIŞ’ê vegerin. Divê Ewropa vê metirsiyê bibîne.”
‘KURD DIFIKIRIN KU RASTÎ ÎXANETÊ HATINE’
Yek ji kesên di nav şandeyê de jî Julien Berthod bû ku cîgirê serokê JUSO (Ciwanên Sosyalîst), rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalîst (SP) ya ku yek ji partiyên herî mezin ên Swîsreyê ye. Berthod piştî ku ji Rojava vegeriya, beşdarî hemû çalakiyên ji bo Rojava yên li Lozan û Cenevreyê bû û li ser tiştên li wir qewimîn axivî. Hevdîtina me ya bi Berthod re jî di çalakiyeke ji bo piştevaniya bi Rojava re pêk hat.
Berthod bi piştgiriya şaredariyên Renens, Vevey û Lozanê beşdarî şeva piştevaniya bi Heyva Sor a ji bo Rojava bû û destnîşan kir ku divê alîkariyên mirovî bên zêdekirin. Berthod anî ziman ku ew bi kelecana cara yekem e ku çûye Rojava û diyar kir ku dîmenê dîtî bandoreke mezin li wî kiriye:
“Dema em cara yekem çûn Qamişloyê, ji aliyê leşkerî ve her tişt normal xuya dikir; lê dema em ketin hundir, em rastî dîmenekî bi temamî cuda hatin. Bi hezaran malbat neçar mabûn xwe li dibistan û mizgeftan bigirin. Derman kêm bûn. Ji bo parastina malbatên li wir bi hezaran ciwan li ser wezîfeyê bûn. Li kolanan bi sedan ciwan bi çek malbat, zarok û jin diparastin û nobet digirtin.”
Julien Berthod diyar kir ku li Rojava hem bi gel re û hem jî bi nûnerên siyasî re hevdîtin pêk anîne û wiha axivî:
“Me bi gelek nûner û saziyên siyasî re hevdîtin kirin. Wek mînak li wir ofîseke rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî hebû; me bi wan re jî hevdîtinek pêk anî. Peyameke hevpar a hemû rêveberên ku me pê re hevdîtin kirin hebû. Digotin ku Ewropiyan ew bi tenê hiştine û bi wateyekê îxanet li wan hatiye kirin. Ji me re gotin, ‘Dibe ku em pir ne bi hêz bin lê em ê heta dawiyê li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê tê bikoşin.’”
‘DIVÊ ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ BERDEWAM BIKIN’
Julien Berthod diyar kir ku di hevdîtinên xwe de hîn bûne ku çalakiyên li Ewropayê ji nêz ve tên şopandin û wiha got: “Di hevdîtinên me de mirovên li wir gotin ku ew çalakiyên li Ewropayê dişopînin. Wan diyar kir ku ev çalakî bandorên pir girîng û erênî çêdikin û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Digotin ku çalakiyên li Ewropayê hem li ser rêveberiya Şamê hem jî li ser hêzên navneteweyî û raya giştî ya Ewropayê zextekê ava dikin. Me jî bandora vê ya li qadê dît. Heta ku rewşa li Rojava zelal bibe, divê çalakî berdewam bikin; heta ku li wir her tişt bi cih bibe. Çimkî niha pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û peymana bi rêveberiya Şamê re hîn neçûye meriyetê.”
‘LI ROJAVA HEWCEDARÎ BI HER TIŞTÎ HEYE’
Berthod diyar kir ku ew ji ber rewşa mirovên li kolanan dîtî pir xemgîn bûye û wiha axivî: “Bi rastî ji aliyê mirovî ve ji ber tiştên min dîtine ez pir xemgîn im. Ji bo hemû kêmneteweyên li wir, bi taybetî ji bo Kurdan… Çimkî di pêvajoyeke pir dijwar re derbas dibin. Hewcedariya wan bi her tiştî heye. Em ê li vir çi ji destê me bê ji bo wan mirovan bikin, hem bi maddî hem jî bi manewî.”
Cîgirê Serokê JUSO’yê Julien Berthod destnîşan kir ku ev hemû rewşên ku ew bûye şahid, bandoreke kûr li wî kiriye û diyar kir ku ew ê ji bo Rojava bêtir hewl bide:
“Armanca min a bingehîn ev bû ku ez herim wir û her tiştî li cihê wê tespît bikim û piştre bêm vir û ji heval û rêhevalên xwe re vebêjim. Ez dixwazim têkoşîna xwe ya ji bo Kurdan bêtir zêde bikim. Ez ê vê di serî de di derdora hevalên xwe de bikim. Helbet ez dixwazim vê rewşê bixim rojeva ciwanên partiyê jî. Ez bawer dikim ku rêxistina me ya ciwanan jî wê bi awayekî çalak beşdarî van xebatan bibe da ku alîkariya Rojava bike.”

