Li bajarê Silêmaniyeyê şandeyek Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji nûnerên bawerî, siyasî û îdarî pêk dihat, serdana Rêxistinên Jinan Azadiya Kurdistan (RJAK) kir.
Di hevdînê de, şandeya Şengalê bûyerên dawî, guhertin û pêşveçûnên li Şengalê ku bi saya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ve pêk hatine, ji şandeya RJAK’ê re nirxand.
Her wiha her du aliyan bal kişandin ser girîngiya xebat û têkoşînê giştî, bi taybetî têkoşîna ji bo azadiya jinê.