Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Şanogera ji Kerkûkê: Bi şanoyê em dikarin Kurdîtiya xwe zindî bihêlin
Çand û Hûner

Şanogera ji Kerkûkê: Bi şanoyê em dikarin Kurdîtiya xwe zindî bihêlin

Şanogera ji Kerkûkê Azîn Hesen wiha got: “Pêwîstiya me heye ku hîn bêhtir Kurdbûna xwe nas bikin û zindî bihêlin. Ev yek jî bi riya hunerê bi taybetî bi şano re em dikarin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevî hemû polîtîkayên helandin û çewisandinê yên hêzên hegemonîk û dagirker, di dîrokê de her tim karîne çanda xwe biparêzin û ev yek gihandine nifşên nû. Şanogera ji bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Azîn Hesen, ji ajansa me re têkildarî çanda Kurdewarî, pêşxistina wê û hatina xwe ya cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivî.

 

‘ROJAVA DI WARÊ ŞANOYÊ DE JI KERKÛKÊ PÊŞKETÎTIR E’

Azîn Hesen diyar kir ku ew cara yekemîne tê Rojavayê Kurdistanê û şêwazê çand û hunera vir dibîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Rojava hunerekî dewlemend heye. Li vir azadiya jinê heye. Jin dikare bi awayekî azad kar bike û di nav karê çandê de cihê xwe bigre. Lê belê li Kerkûkê ev yek kêm e û jin ne gihiştiye asta ku bikaribe bi rehetî di nav kar û xebatên civakê de cihê xwe bigre. Her tim bi hêvî me ku gel bi riya şanoyê zêdetir pêş bikevin. Rojava xwedî çandekî pir hêja ye. Kurdayetiyek pir mezin nîşan dide. Mixabin Kerkûk li gorî Rojava di warê şanoyê de hinekî kêmtir e. Ew jî ji ber zextên heyî ye. Lê belê em hewl didin ku ciwanan di warê şanoyê de zêdetir pêş bixin. Pêwîste ev derfeta hunerî ya ku tê dayîn, ji bo her kesî bi awayek rast were bikaranîn.”

‘ÇIQAS HUNERA ME LI PÊŞ BE EM EWQAS XWE NAS DIKIN’

Azîn Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got ku heya Kurd bi giştî nebin yek, wê ti carî pêşketin di civaka Kurd de çênebe û wiha bilêv kir: “Pêwîstiya me heye ku hîn bêhtir Kurdbûna xwe nas bikin û zindî bihêlin. Ev yek jî bi riya hunerê bi taybetî şano re em dikarin bikin. Çiqas hunera me li pêş be ewqas em xwe nas dikin. Pêwîste em Kurd bibin xwedî yek armanc da ku kes nikaribe me veqetîne. Dema em dibêjin Kurdên Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat nayê wê wateya ku em ji hev qut in. Em hemû Kurdên Kurdistana yekparçe ne. Em ê piştgirî bidin hevdû û asta hunera xwe ya Kurdistanê mezin bikin.”

‘GAVA SEREKE YA HUNERÊ AZADIYA JINE’

Azîn Hesen li ser gavên destpêkê yên ji bo pêşketina şanoyê wiha dibêje: “Divê di şanogeriyê de jin azad û serbixwe be. Ez bixwe herî zêde balê dikişînim li ser mijarên jin. Ji ber ku di dîrokê de jin rastî zext û tundiyê hatiye. Lewra jin dikare hestan rast bîne ser ziman. Di riya hunera şano de em dikarin pergala zilama serdest ji holê rakin. Di Kerkûkê de em pir dixwazin xebatên bi vî rengî lidar bixin da ku ev hişmendiya zayendperest bi temamî tune bibe.

Bi rastî hatina me ya Rojava ji bo me kêfxweşiyek bû. Em gelek spas dikin û hêvî dikin ev serdan nebe serdana dawî. Ji bo me bibe serdana yekem û gelek carên din em tevlî kar û xebatên hunerî yên Rojava bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Di bombebarana SÎHA’yê de 2 gerîla şehîd bûn
Nûçeya Pişt re Şandeya Îranê wê bi DYE’yê re hevdîtinê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

KCK’ê, diyar kir ku Kerbela sembola edalet, wekhevî û têkoşîna xwişk-biratiyê ye û got, “Bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Şehîd Demhat Girê Spî li Kobanê hat veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî yê di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê 31 salan hate berdan

Ahmet Temîz ê ku 31 salan girtî bû, piştî 2 carên taloqkirina berdanê, hate berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Amûdê ji bo perwerdehiya Kurdî li qadan in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Nagîhan Akarsel hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?