Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê de, di 31’ê Adarê de Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê Mûstafa Bozbey jî di nav de 57 kes hatibûn binçavkirin. Kar û barên li dozgeriyê temam bûn.
Piştî karen îfadeyê yên li dozgeriyê ku nêzî 14 saetan dewam kir, hevjîna Bozbey Seden Bozbey, keça wî Sîde Bozbey Gurer û birayê wî Ertan Bozbey jî di nav de 12 kesên sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Bozbey jî di nav de 45 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê der barê Bozbey de biryara girtinê da. Karên îfadeyê yên li dadgehê yên kesên din didome.
Di çarçoveya lêpirsînê de qeyim li 7 şîrketên ayîdê Mûstafa Bozbey û malbata wî, 1’ê Nîsanê hate tayînkirin.

